Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku li balefirgehê bi dizîka valêzê wî ketine nav valêza wî û lêgerîn kirine. Demîrtaş got; "Ez nizanim ka di valêzê min de li çi geriyane."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di rûpela xwe ya malpera parvekirina civakî Twitterê de nivîsand ku ku doh wî li bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin pêk aniye. Demîrtaş destnîşan kir ku ew îro vegeriyaye Stenbolê û got; "Doh me li Silêmaniyê bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin pêk anîn. Îro jî em vegeriyan. Dema ku li balefirgehê valêzê min dane min, min dît ku ketine nav valêza min. Di valêzê min de li çi geriyane, ez nizanim lê ji valêz aştî dernakeve. Qasî ku vê nezanin ne saf in."