Berlîn wê tevlî destwerdana leşkerî nebe

Berlîn wê tevlî destwerdana leşkerî nebe

Berdevkê hikûmet Elman Steffen Seibert da xuyakirin ku hikûmeta Elman raber nake ku tevlî destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyê bibe.

Berdevkê hikûmeta Elman Steffen Seibert îro civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Ji me tevlîbûnek nehatiye xwestin, me jî ev raber nekir û em raber nakin jî."

Seibert gotinên Wezîrê Karên Derve yê Elman Guido Weterwelle yê di rojnameya Neue Osnabrucker Zeitung a hejmara sibehê de bê weşandin, dûbare kir. Seibert diyar kir ku Wezîrê Karên Derve li ser navê tevahiya hikûmeta Elman diaxive.

Seiber di daxuyaniya xwe ya îro de careke din dûbare kir ku hikûmeta Elman piştgiriyê dide çalakiyeke navneteweyî ya li dijî rejîma Beşar Esad. Lê hat ragihandin ku Berlîn giraniyê dide rêyên dîplomatîk.

Hat hînbûn ku Wetterwelle di hevpeyvîna xwe ya roja Şemiyê were weşandin de gotiye, "Em bi biryar dixwazin ku Konseya Ewlekariyê ya NY helwesteke hevpar nîşan bide û mufetîşên NY jî xebatên xwe di demeke herî kurt de biqedînin."

Parlamenta Îngilîz jî pêşniyara destwerdana leşkerî ya Serokwezîr David Cameron di dengdana roja Pêncşemê de red kiribû.