BDP: Ya sûcdar hikumeta AKP’ê ye

BDP: Ya sûcdar hikumeta AKP’ê ye

Navenda Giştî ya BDP'ê li ser astengkirina mitînga "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" û mudaxeleya polîsan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Em dê di her platformê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Xweseriya Demokratîk bînin ziman."

Navenda Giştî ya BDP'ê li ser astengkirina mitînga "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" û mudaxeleya polîsan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xwepêşendan û meş mafeke demokratîke û wiha hat gotin: "Mafê xwe yê herî xwezayî bikar anîn pêdiviya dewleta hiqûqê. Ji hêlekî ve daxwazên gel ên azadî aştî û demokrasiyê heye û ji aliyê din ve jî feraseta ku hewl dide daxwazan biçewisîne heye. Divê ev her du wêne ji aliyê herkesîð ve baş bê dîtin û fêm kirin.

'BIRYAR BI ROJAN BERÊ DIYAR BÛ'

Di daxuyaniyê de li ser pêvajoya beriya mitîngê ev agahî hatin dayîn: "Ji bo mitîngê komîtaya amadekar a ji 7 kesan pêk tê hat sazkirin û vê komîteyê bi awayeke fermî serî li Walîtiyê da. Parlementerên me Ayla Akat, Nursel Aydogan û Mulkiye Bîrtane 5'ê Tîrmehê bi Waliyê Amedê re hevdîtinek pêk anîn û armanca mitîngê ji Walî re vegotin. Pişt re parlementerên me xwestin bi Wezîrê Navxweyî re hevdîtinê pêk bînin lê ev daxwaz nehat qebulkirin. Parlementerên me li ser vê yekê bi cîgirê Wezîrê Navxweyî re hevdîtin pêk anîn û der heqê mitîngê de agahî dan. Rojekê piştre an ku di 6'ê Tîrmeha 2012'an de teblîgata qedexekirina mitîngê bi riya polîsan ji komîteya amadekar re hat ragihandin. Walîtiyê 2 roj piştre daxuyand ku mitîng hatiye qedexekirin. Di nava demeke ev qasî kurt de qedexekirina mitînê watedare. Ev yek nîşan dide ku biryar berê hatiye dayîn. Daxuyaniya wekî; "Me li ser provakasyonê îstîxbarat girtiye" bi temamî berovajîkirin e. Di erîfeya mitîngê de parlementerên me dîsa bi midûrê ewlehî û Walî re hevdîtin pêk anîn û xwestin biryara qedexekirinê paşve were girtin. Parlementerên me ciheke alternatîf pêşniyar kirin lê Walî ev jî qebul nekir.”

'ERDOGAN WEKÎ ESAD NÊZÎ GELÊ XWE DIBE'

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku gel di roja 14'yê Tîrmehê de ji bo daxwazên xwe bîne ziman daketiye qadan û wiha hat gotin: "Waliyê Amedê, hêzên ewlehiyê li dijî gelê Kurd û nûnerên gelê Kurd bi hêrsa tolhildanê nêz bûne. Serokwezîr Erdogan bi rêbazên Beşar Esad nêzî gelê dibe. Piştî tevahî bûyerên qewimîne Waliyê Amedê derket û daxuyaniya wekî; "Di salvegera bûyera Farqînê de, di salvegera îlana xweseriya demokratîk de daxwazên azadiya Birêz Ocalan bilêv dikin." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Xweseriya Demokratîk di rêziknameya BDP'ê de heye û hat diyarkirin ku, ew dê di her platformekê de Xweseriya Demokratîk û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bînin ziman.

'SÛCDAR HIKÛMETA AKP'Ê YE'

Di daxuyaniya ku gotinên berdevkê hikûmetê Bulent Arinç yên wekî; "BDP'ê sûc kiriye" cih girtin de wiha hat gotin: "Yên sûcdar ne yên çareseriya demokratîk û aştiyane dixwazin in, berovajiyê wê yên daxwazên gel asteng dikin û qedexeyan pêş dixînin sûcdar in. Yê sûcdar ne BDP'ya ku ji bo çareseriya demokratîk li qadan aştiyê diqîre, yê sûcdar hikûmeta AKP'ê ya li hemberî vî gelî terora dewletê dimeşîne ye." Di daxuyaniyê de ji ber berxwedana nîşan dane gel hat pîrozkirin, ji bo rewşenbîr û nivîskarên piştgirî dane wan spasî hat pêşkêşkirin û hat destnîşankirin ku ew ê li her derî daxwazên xwe biqîrin.