BDP: Sansûra demê Abdulhemît hêjan didome

BDP: Sansûra demê Abdulhemît hêjan didome

Navenda Giştî ya BDP'e biboneya salvegera 24'ê Tîrmehê Roja Rakirina Sansûra li ser çapemeniyê daxuyanî da û anî ziman ku, di cejna çapemeniyê de hêj rojnameger girtî ne. BDP'ê anî ziman ku, di cîhanê de 177 rojnameger girtî ne û jê 100 rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne.

Navenda Giştî ya BDP'e biboneya salvegera 24'ê Tîrmehê Roja Rakirina Sansûra li ser çapemenyê daxuyaniyek nivîskî da. BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku, her çend xemgîn bin jî dîsa Cejna Rojnamegeran pîroz dikin û wiha got:

"24'ê Tîrmehê sembola berxwedana li dijî sansûrêye. Sansûra ku beriya 104'an dest pê kiribû hêj didome. Ji ber ku her çend bêjin sansûr rabûye jî hêj rojnameger tên girtin û tên cezakirin. Bi taybetî rojnamegerên li dijî dewlet û hikûmetê muxalefetiyê dikin her tim rastî zext û zorê tên û mafê wan tê binpêkirin. Di salekê de bi sedan rojnameger hatin girtin. Li tevahiya Cîhanê 177 rojnameger girtîne. Tenê li Tirkiyeyê 100 rojnameger girtî ne."

'TÊKOŞÎNA BI RÛMET A ÇAPEMENIYA AZAD DIDOME'

BDP'ê anî ziman ku, li gel zext û zordariyên li ser çapemeniya azad didome jî dîsa bêyî ku li astengiyan guhdar bikin, têkoşîna xwe ya rastiyan ji civakê re ragihînin didomînin. Her roj rojnameger rastî gef u êrîşan tên. Neheqî û êrîşên li dijî kurdan zêdene. Di serdema hikûmeta AKP'e de sansûra di serdema Abdulhamit didome. Rojnamegerên wêrek, demokratîk ên ku ala çawemeniya azad û demokratîk dewir girtine dê têkoşîna xwe ya kevneşopiya çapemeniya azad û demokratîk berdewam bikin."

BDP'ê xwest rojnamegerên girtî serbest bên berdan û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibe.