BDP: Li dijî şaredariyên me kampanyayên reşkirinê hene

BDP: Li dijî şaredariyên me kampanyayên reşkirinê hene

Alîkarê Hevserokên Giştî yê BDP'ê û Berpirsiyarê Rêveberên Herêmî yê BDP'ê Îdrîs Balûken, diyar kir ku piştî şaredariyên BDP'ê bi operasyonên "Qirkirina Siyasî" netepisandin, niha jî li hemberî şaredariyan û şaredaran kampanyaya reşkirinê dimeşînin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê BDP'ê û Berpirsiyarê Rêveberên Herêmî yê BDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî nûçeya di Rojnameya Haber Turkê ya der heqê Şaredara Gimgimê Gulşen Deger de daxuyaniya nivîskî weşand.

Balûken, anî ziman ku piştî şaredariyên BDP'ê yên bi operasyonên "Qirkirina siyasî" xwestin bitepisînin, bê navber dest ji xebatên xwe bernedan, vê carê jî li hemberî şaredariyan kampanyaya reşkirinê dest pê kirine. Balûken, anî ziman ku nûçeyên di demên dawî de têkdarî şaredar û şaredariyên BDP'yî di çapemeniyê de derdikevin rast nîn in. Balûken, da zanîn ku di destê Alîkarê Serokê Giştiyê AKP'ê Huseyîn Tanriverdî de tu belgeyên şênber ên der heqê şaredariyên BDP'yî de tune ye û dest bi kampanyaya reşkirinê kiriye û wiha got: "Jixwe Huseyîn Tanriverdî yê AKP'î demek dirêje Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berpirsiyarê operasyonên li dijî şaredariyên BDP'yî ye. Mînaka vê yekê girtina şaredarên me yên Wanê ne. Tanriverdî berî operasyona li Wanê şaredarên me yên Wanê hedef nîşan da û operasyon da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de daxuyaniyên Huseyîn Tanriverdî yê di 2'yê tîrmehê de nîşaneya dê li hemberî şaredariyên me operasyoneke din bê lidarxistin. Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin."

Balûken, da zanîn ku nûçeya di 3'ê tîrmehê de di Rojnameya Haber Turk bi sernavê "Şaredara Gimgimê xebatkarê tendurîstiyê da ber sîleyan" derewand û wiha destnîşan kir: "Rojnameya behsa wê tê kirin berî nûçeyê biweşîne şaredara me ya Gimgimê guhdar nekir. Ev helwest, nûçegehaniya yekalî ye. Şaredara me ya Gimgimê Gulşen Deger di odeya EKG'ê de rastî heqareta hemşîreya bi navê Leyla Gundeş hat û têkildarî vê yekê de bi rêveberiya nexweşxaneyê ve hevdîtin pêk anî. Di vê mijarê de em ê der heqê hemşeriya ku dijî rêgezên etîkê tevgeriya û rojnameya yekalî nûçe çêkir pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.