BDP: Li Dalyanê êrîşa li dijî esnafên Kurd bi organîze pêk hatiye

BDP: Li Dalyanê êrîşa li dijî esnafên Kurd bi organîze pêk hatiye

BDP'ê rapora lekolînê ya êrîşa li dijî esnafên Kurd ya di 1'ê Tebaxê de li bajaroka Dalyanê ya Muglayê dijîn aşkere kir. BDP'ê bal kişandin êrîşa li dijî esnafên Kurd û diyar kir ku, êrîş bi zanebûn û plankirî pêk hatiye.

Navenda Giştî ya BDP'ê rapora xwe ya bi tekildarî êrîşa li dijî esnafên Kurd yên ku di 1'ê Tebaxê de li bajaroka Dalyana Muglayê pêk hatibû amede kir. Rapor piştî lekolînên ji aliye Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Necdet Aşîroglu, endamê meclîsa partiyê Hayrî Ateş ve hate amedekirin.

Di raporê de cih dan geşedan û tiştên hatin jiyandin. Di rapore de êrîşa hatibû jiyandin wiha hate gotin: “Di 1'ê Tebaxa 2012 de jinek turîsta Îngîlîz Bara Popî ya aîdê Murat Harman ye ku ji Amedê , ji aliyê xebatkarê barê di demjimêr 04.00 de dibin otelê. Otel aydê Alî Kiyidanê tevlî bûyerê bûne. Dema hatin ber otelê turîsta jin, refakatê xwe Popin Bar dehf da û ket hawiz. Li ser vê dengê xwediyê Otela Alisê Onur Kiyidan hat cem hawiz û mudaxele kir. Ev pişt re bû mijara niqaşê. Onur Kiyidan li vir li turîsta jin xist. Li ser vê niqaşê 15 kesên xizmên Kiyidan hatin cihê bûyerê û alozî zêde bû. Li ser vê yekê Popin Bar ku rastî êrîşê hat, hevalê xwe Murat Harman agahdar kir. Murat Harman hevalê xwe kom dike û tê baxçeyê Otelê û li vir ji pevçûn derdikeve. Murat Harman ku li baxçeyê otelê rastî êrîşê hat, di vegerê de jî ji aliyê komek din ve lêdan xwar.

'ÊRÎŞEK BI PLANE'

BDP'ê di raporê de anî ziman ku, welatiyan di pêşengiya Şaredarê CHP’yî yê Dalyan Arîf Sira û kesê bi navê Alî Kiyidan de li avahiya şaredariyê civîn pêk anîne û ev mirovên beşdarî civînê kirine sor kirine. BDP’ê anî ziman ku, ev bûyer bi zanebûn û plankirî pêk hatiye û di demjimêr 18.30'an de êrîşî Popin Barê kirine. BDP'ê di rapore de destnîşan kir ku, koma ji 40-50'an pêk dihat êrîş pêk anî. BDP'ê da zanîn ku, li gorî lekolînê ev hêjmar pişt re gihişt 200 kesan.

BDP'ê da zanîn ku, di destpêka êrîşê de li gel reqabet û bazirganî heye ji piştî vê yekê ji ber ku êrîş bi organîze hatiye kirin li dijî kurdan bûye êrişa lîncê. Ev lînca li dijî kurdane. Divê li ser helwesta Şeradarê CHP’yî yê Dalyanê lêkolîn bê kirin. Ji ber ku ev êrîş bi zanebûn û plankirî pêk hatiye.