Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattin Demîrtaş, têkildarî peywirdarkirina Sedat Selîm Ay ku wekî îşkencekar û tecawizkar tê nasîn, daxuyanî dan û diyar kirin ku peywirdarkirina Ay li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, xelatkirina îşkencekaran e. Hevserokan xwest bi lezgin Ay ji peywirê bê girtin û bê cezakirin.
Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattin Demîrtaş, têkildarî peywirdarkirina Sedat Selîm Ay ku wekî îşkencekar û tecawizkar tê zanîn daxuyaniyek nivîskî dan.
Hevserokan dan zanîn ku Sedat Selim Ay kesekî ji ber îşkence û tecawizê ji peywirê hatiye dûrxistin û cezakirin û dîsa niha li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê wekî Cigirê Midûrê Stenbolê tê bicihkirin û wiha got: "Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn Sedat Selim Ay wekî Cîgirê Midûrê Polîsan ê Stenbolê peywirdar kir. Ev ji bo wî xelatek e. Ev xelatkirina îşkence, tacîz û tecawizê ye. Ev dê bêtir rê li pêşiya îşkenceyê veke. Dê bêtir rê li pêşiya binpêkiina mafan veke.ç
Hevserokên BDP'ê neraznîn bûnên xwe nîşan dan û xwest Ay zû ji peywirê bê girtin.