BDP: Erdogan êrîşî kurdên ku statûyê dixwazin dike

BDP: Erdogan êrîşî kurdên ku statûyê dixwazin dike

BDP’ê bal kişand ser şerê ku ji 23'ê Tîrmehê de li Navçeya Şemzînana Colemêrgê destpê kiriye û hêj didome û diyar kir ku, parlementerên BDP'ê yên diçin herêma şer tên astengkirin. Berpirsyarê vî şerî tenê AKP û Serokwezir Erdogane.

Navenda Giştî ya BDP'ê têkildarî şerê li Navçeya Şemzinanê û geşedanên dawî daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê. BDP'ê anî ziman ku, 20 rojin li Şemzînanê şerekî dijwar heye û lê li gel vê yekê dixwaze ser vî şerî bigire. BDP'ê anî ziman ku, Erdogan kurdên ku statûyê, mafê xwe û nasnameyê dixwaze dike hedefa xwe û êrîş dike û wiha got: "Erdogan êrîşî hemû kurdên ku mafê xwe dixwaze dike. Ne tenê li Tirkiyeyê li hemû welatên din jî kurên ku mafê xwe dixwaze dibe hedefa Erdogan. Polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê yên li derve li dijî mafê kurdan yên statû û nasnameyê ye. Naxwaze kurdên derveyî Tirkiyeyê jî bibin xwedî maf. Tehamula wîya li hemberî xweseriya kurdan tune.

BDP'ê anî ziman ku, hikûmet ser şerê Şemzînanê ku 20 rojin bi awayekî dijwar didome digire û destûr nade ku Tirkiye geşedanên Şemzînanê bibîne û wiha berdewam kir: "Berpirsiyarê vê yekê tenê hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Erdogane. Dixwaze pirsgirêkê bi leşker û polîsan çareser bike. Ji bo partiya me BDP li hemberî şer raweste xwest meclîs bicive. CHP'ê jî heman tişt xwest. Me xwest meclis kom bibe û nexşerêya muzakere û çareseriyê derxe. Lê Serokwezîr Erdogan li dijî vê yekê derdikeve. Daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Navxweyî Şahîn de nifrîn û dijminantî heye. Çareserî tune. Demokrasî û diyalog tune.

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa Sazûmankarên AKP'ê û Tirkiye mahkum kir. MHP jî xwedî heman helweste. Li dijî kurdan û elewiyan bêtehamulin. Serokwezîr Erdogan her ku diçe bêtir êrîşî dijberê xwe dikin. Hikûmeta AKP'ê li vî welati dixwaze otorite û neo-ittihatiya xwe xurt bike.