BDP: Di serdema AKP'ê de li ser sînor zêdeyî 130 welatî hatin kuştin

BDP: Di serdema AKP'ê de li ser sînor zêdeyî 130 welatî hatin kuştin

Cîgira Hevserokên Giştî û Berpirsiyara Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku, ji roja hikûmeta AKP'ê hatiye desthilatdariyê heta niha li ser sînorê Îranê zêdeyî 130 welatî ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin.

Cîgira Hevserokên Giştî û Berpirsiyara Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, derbarê kuştin û înfazên dawî de daxuyaniyek nivîskî da. Beştaş anî ziman ku, di demê dawî de kuştin û înfaza ji aliyê leşker û polîsan ve zêde bûye ev yek wan dixe nava fikaran. Beştaş da zanîn ku, komkujî her ku diçe zêde dibe û ev ji aliyê her kesî ve tê dîtin û temaşekirin.

‘KUŞTIN ZÊDEBÛNE Û KUJER NEHATINE DÎTIN’

Beştaş bilêv kir ku, kesên ji bo debarê û jiyanê hemû talûkeyan didin ber çavan û kasibkariyê dikin mirovên bê parastinin û li ser sînor tên qetilkirin. Beştaş daxuyand ku, ev kuştin di serdena hikûmeta AKP'ê de zêde bûye û heta niha derbarê van kuştinan de kujer nehatine dîtin û nehatine darizandin.

Beştaş bibîrxist ku li şûna hikûmet van bûyeran ronî bike, ser bûyeran vedişêre û delîlên heyî jî winda dike. Beştaş, destnîşan kir ku hêj ser komkujiya Roboskiyê ya ku balafirên şer ên tirk ên F-16 34 welatiyên sivîl qetilkirin nehatiye ronîkirin û kujer nehatine darizandin û wiha got: "Li Roboskiyê 34 welatiyên kurt ên sivîl hatin qetilkirin. Komkujiya ciwan û zarokên Kurd didomin."

HERÎ DAWÎ VESIM ZENGÎN Û MAZLUM AKAY HATIN QETILKIRIN

Beştaş bibîrxist ku, herî dawî li navçeya Ebexa Wanê zarokê 13 salî Vesim Zengin ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin û di 11'ê tebaxê de li Bazidê kasibkarê çixarê Mehmet Duman ji aliyê tîmên taybet ve rastî êrîşê hat û bi guleyan ji serê wî ket birîndar kirin. Beştaş dest nîşan kir ku, heta niha li ser sînorê Colemêrg, Wan û Agirî yên Îranê zêdeyî 130 welatiyên sivîl di serdema hikûmeta AKP'ê de hatin qetilkirin û wiha got:

"Balkêş e hikûmet ji bo 9 welatiyên tirk yên Keştiya Mavi Marmarayê hemû cîhan rakir ser piyan, têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên Îsraîlê cemidand, lê li hemberî welatiyên Kurd ku ji aliyê leşkerên tirk ve tên qetilkirin bêdeng dimîne û kujer nayên darizandin. Ji ber ku li gorî hikûmetê kuştina hin mirovan asayî û hêsane."