Bavê leşker Nihat Bakir: Kurê min hate înfazkirin

Bavê leşker Nihat Bakir: Kurê min hate înfazkirin

Bavê leşkerê bi navê Nihat Bakir ku li Fermandariya 105'emîn Alaya Topçu ya Çorumê leşkerî dikir û kuştî hate dîtin Rifat Bakir diyar kir ku, kurê wî bi kemînekê hate kuştin. Bakir ji bo lêkolînkirinê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê da û wiha got: "Êdî bese. Bila êdi zarokên tu kesî neyê kuştin û kes zarokên xwe neşînin leşkeriyê."

Bavê leşkerê bi navê Nihat Bakir ku li Fermandariya 105'emîn Alaya Topçu ya Çorumê leşkerî dikir û kuştî hate dîtin Rifat Bakir ji bo kuştina kurê wî bê lêkolînkirin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê da. Malbatê beriya ku serî li ÎHD'ê bidin li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku, kurê wan hatiye înfazkirin. Malbatê xwest kuştina kurê wan bê ronîkirin û hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn. Malbatê alîkariya hiqûqî ji ÎHD'ê xwest.

Bav Rifat Bakir anî ziman ku, wî bi destê xwe kurê xwe şand leşkeriyê lê cenazeyê kurê wî li wî vegeriya û wiha got: "Tu pirsgirêkê kurê min bi kesî re tune bû. Kurê min ji aliyê hevalên xwe ve dihat heskirin. Kurê min beriya bê kuştin bi cawîşeki pispor yê bi navê Ozan re niqaş meşand. Çawîşê pispor ji kurê min re gotibû "Em herdu li vi zêde ne. An dê leşkeriya te li vir xilas nebe, an jî dê ya min xilas nebe. Ez bawerim ku kurê min bi kemînekê hatiye qetilkirin. Hem dibêjin întîhar kiriye û hem jî çawa çêdibe ku G3'ê xwe bikuje. Dirêjahiya wê 105 santime. Çawa dibe ku xwe bikuje, hêj çek didestê wi de be. Ez dê heta dawî têkoşîna wî bidim. Em dibêjin êdî bese û bila kes zarokên xwe neşîne leşkeriyê. Çima zarokên rayedarên dewletê naçin leşkeriyê? Çima zarokên xerîb û xizanan diçe leşkeriyê? Bila kes êdî zakokên xwe neşîne ser kuştinê."

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Adnan Kaya jî anî ziman ku gumana înfazê zêde ye û dê piştgiririya hiqûqî bidin malbatmê.