Bavê Cûdî yê di îşkenceyê de hat qetilkirin li Hannoverê hat bîranîn

Bavê Cûdî yê di îşkenceyê de hat qetilkirin li Hannoverê hat bîranîn

Endamê Meclîsa PYD’ê Ehmed Huseyîn (Bavê Cûdî) yê ku di 2’yê tebaxa 2004 de li Sûriyeyê di encama îşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest da li bajarê Almanya Hannoverê hat bîranîn. Nunerê PYD’ê di bîranînê de axivî û bal kişand ku Bavê Cûdî di girtîgehên rejîma Esad de berxwedaneke pir mezin nîşan daye.

Endamê Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Huseyîn di sala 2004 de ji aliyê rejîma Esad ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Ji bo bîranîna Huseyîn li bajarê Hannovera Almanyayê çalakiyeke bîranînê bi beşdariya zêdetirê 200 kesî hat lidarxistin. Di civînê de ji nunerên PYD’ê Newaf Xelîl, nunerê Federasyona Komeleyên Kurdan li Almanyayê (YEK-KOM) Abdullah Efe, Berpirsê Desteya Bilind a Kurdan (DBK) a Rojavayê Kurdistanê yê Ewropayê Husên Qasim jî amade bûn û her yek ji wan axaftinek kirin.

Nunerê PYD’ê Newaf Xelîl destnîşan kir ku Bavê Cûdî pêşengek durist ê Rojavayê Kurdistanê bû û got; “Di vê têkoşîn û van destkeftiyan de parek mezin a wî heye. Ew berxwedêreke mezin ê girtîgehan bû.” Xelîl destnîşan kir ku pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê dibe ronahiyek û got; “Ji ber vê jî li her parçeyên din ên Kurdistanê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî derdikevin.”

Nunerê DBK’ê yê Ewropayê Husên Qasim jî destnîşan kir ku desteya wan bê ku ferqê bixe navbera tu nêrînên îdeolojîk ên partiyan, hatiye avakirin û bal kişand ku bi salan e Kurd li benda vê yekitiyê bûn. Qasim banga piştgiriyê li Kurdan kir.

Nunerê YEK-KOM’ê Abdullah Efe jî bal kişand ser berxwedana Bavê Cûdî û got; “Hikûmeta Tirk di her keys û firsendê hewl dide ku têkoşîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê criminal nîşan bide. Xwe li ber tu destkeftiyên Kurdan ranagire. Em ê weke federasyonê bi qasî ji destê me were em ê piştgirî bidin têkoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.”