Balûken komkujiyên dewletê yên li Kurdistanê anî rojeva meclîsê

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken di civîna Meclîsê de ku ji bo hilbijartina Serokê Meclîsê hilbijêre civiya, bal kişand ser rewşa Kurdistanê û got ku pêkanînên darbeyê di meriyetê de ne.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken di civîna Meclîsê de ku ji bo hilbijartina Serokê Meclîsê hilbijêre civiya, bal kişand ser rewşa Kurdistanê û got ku pêkanînên darbeyê di meriyetê de ne.

Desteya Giştî ya Meclîsê, ji bo hilbijartina Serokê Meclîsê bi serokatiya Serokê Demkî Denîz Baykal civiya. Ji bo Serokatiya Meclîsê, Parlamenterê Stenbolê yê Stenbolê Îsmaîl Kahraman, Parlamentera CHP'ê ya Enqerê Ayşe Gulsun Bîlgehan, Parlamenterê MHP'ê yê Kayserî Yusuf Halaçoglu û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat wê bikevin dengdanê.

Di her 2 dengdanên destpêkê de dê dengê 367 parlamenteran, di dengdana 3'emîn de jî dengê 276 parlamenteran ji bo hilbijartina Serokê Meclîsê têr bike. Tê payîn ku, namzetê AKP'ê Îsmaîl Kahraman di dengdana 3'emîn de bi dengên parlamenterên AKP'ê were hilbijartin.

Di rûniştina Meclîsê de, Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken bal kişand êrîş û qedexeya derketina derve ya li ser Nisêbîn, Cizîr û Geverê. Balûken bi bîr xist ku parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê di greva birçîbûnê de ne û got ku yên li Kurdistanê tê jiyin, pêkanînên darbeyê ne. Balûken daxwaz kir ku ev rewş bikeve rojeva Meclîsê.

Parlamenterên HDP'ê, wêneyên ku li Kurdistanê hatine kişandin bilind kirin û nîşanî Meclîsê dan.