Balûken: Eger mase nehatibûya qelibandin, dibe ku îro rewş asayî bûya

Endamê Heyeta Îmraliyê Balûken, ku saleke nikarin Ocalan bibînin got, "Eger mase nehatibûya qelibandin, li Tirkiyeyê ewçend hilweşîn û talan pêk nehatibûya, xwîn û rondikên çavan nebariyan."

Endama Heyeta Îmraliyê Balûken, ku saleke nikarin Ocalan bibînin got, "Eger mase nehatibûya qelibandin, li Tirkiyeyê ewçend hilweşîn û talan pêk nehatibûya, xwîn û rondikên çavan nebariyan. Dibe ku di van rojan de pêvajoyeke normalbûyînê bihata jiyîn."

Endamê Heyeta Îmraliyê û Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re bibîr xist, ku desthilatdariya siyasî di dema rêveçûna pêvajoya çareseriyê de 'plana têkbirinê' amade kiriye û got, "Yên ku di dema rêveçûna pêvajoya çareseriyê de plana têkbirinê amade kirin, yên di civînên Desteya Ewlekariya Milî de biryara qelibandina maseyê dan, îlankirin ku wê vê yekê ji 5'ê Nîsana 2015'an û pê ve bixin meriyetê û pêvajoya ji niha û pê ve li ser konsepta şer û komujiyê bimeşînin. Sîstema tecrîda şidandî di vê çarçoveyê de nîşaneya destpêkê ya hemû neyîniyan bû."

Balûken da xuyakirin, ku eger pêvajoyê dewam bikira, wê di polîtîka hundir de ewçend hilweşîn rû nedabûya û mirovan jiyana xwe ji dest nedabûna, di polîtîkaya derve jî ev têkçûn û fiyasko rû nedida.

'EGER MASE NEHATIBÛYA QELIBANDIN WÊ PKK XEBATÊN XWE YÊN KONGREYÊ TEMAM BIKIRA'

Balûken axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger ev mase nehatibûya qelibandin, heyeteke hakem mîna li tevahiya cîhanê biçûya Girava Îmraliyê; wê Birêz Ocalan destpêkirina muzakereyên fermî qebûl bikira û banga kongreyê li PKK'ê bikira. Di vê mijarê de daxuyaniyên rayedarên PKK û KCK'ê yên ji raya giştî û heyeta me re kirî, li holê ne. Dabûn xuyakirin, ku eger bangeke bi vî rengî hatibûya, wê dest bi amadekariyên pêwîst ên ji bo komkirina kongreyê bikira. Lewma eger mase nehatibûya qelibandin û muzakereyên fermî bihatina destpêkirin, wê di nava 30-40 rojan de PKK'ê kongreya xwe ya mezin bicivanda. Bi Komîsyona Lêkolîn û Rûbirûbûna bi Rastiyan a li Meclîsê bihata avakirin re wê li Tirkiyeyê rûpelekî nû bihata vekirin. Ev hilweşîn û talana îro li Tirkiyeyê diqewime, ev xwîn û rondikên îro dibarin, wê rû nedabûna. Dibe ku li derveyî hebûna çekan pêvajoya normalbûyînê bihata jiyîn."

Balûken bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriye û Rojava û got, "Sedema bingehîn a vê sefaleta polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, şaşîtiya polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava ye." Balûken got, "Eger muzakere bi pêş de çûbûya, îro wê ne di pozîsyona ji bo wergirtina randevûyekê ji DYA de li ber xwe bida. Wê bibûya welatekî ku ji aliyê vîna gelên herêmê ve girîng tê dîtin."

'RÊVEBERIYA HIKÛMETÊ DIKARE PÊŞÎ LI ÇARESERIYÊ VEKE'

Li ser pirsa 'Tevî hemû qewimînên piştî 5'ê Nîsanê, gelo pêkane ku veger li maseya muzakereyê bê kirin?' Balûken di wê baweriyê de ye ku şert û mercên vegerê hene. 

Balûken destnîşan kir, ku li Rojhilata Navîn êdî şensê jiyana dewletên netewe yên statukoparez ên klasîk nîne û ragihand, gelan çareseriya xwe afirandine.

Balûken bibîr xist, dewleta Tirk heta roja îro ji bo şikandina vîna Kurdan her tim ketiye nava hewldanan û got, "Li şûna fetisandina vîna gelê Kurd eger rêveberiya dewlet an jî hikûmetê nîşan bide ku ew hurmetê nîşanî vê vînê dide û bi qanûn û destûra bingehîn re nas dike, hingî dikare pêşî li gelek pêşketinên çareseriyê veke. Ji ber ku di rewşa heyî de hînê nêzîkatiyeke bi vî rengî nehatiye nışandan, rewşa xitimandî ya neçareseriyê hînê li pêşiya gelên Tirkiyeyê ye."