Balefirek din jî ya Tirkan ket

Balefirek din jî ya Tirkan ket

Balefira perwerdeyê li Navçeya Eregliya Tekîrdagê ket. Hate gotin ku, di balefira ketî Derya Marmarayê de 2 kes hebûn.

Hate ragihandin ku, balefira perwerdeyê ya tescîllî TC-CAS SR22 tîpa CÎRRUS'ê ya tê de Rîsa Şener û Hîkmet Aral hebû û ji Balafirgeha Hazerfena Stenbol rabû û biçe Edremîtê ket. Sedema ketina balefirê nehat zanîn.

Derheqê mirin û birîndaran de tu agahî nehat girtin. Ji balefira ku ketî Derya Marmarayê agahî nayê girtin.Ji bo 2 kesên di balefirê de bûn were dîtin lêgerîn destpê kir. Hate tespît kirin ku, balefira perwerdeyê li 2 mîl dûrî Eregliya Marmarayê ketiye.