AYM’ê ji bo Can Atalay car din biryara binpêkirinê da
AYM’ê ji bo parlamenterê girtî Can Atalay car din biryara binpêkirinê da.
AYM’ê ji bo parlamenterê girtî Can Atalay car din biryara binpêkirinê da.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da. AYM’ê da zanîn ku li dijî 3 dengên dijber, bi piraniya dengan biryar hate dayîn ku xala 67’an a Destûra Bingehîn ku mafê bijartin û xebatên siyasî mîsoger dike û xala 19’an a mafê azadî û ewlehiya kes mîsoger dike hatine binpêkirin.