Li Amed û Êlihê di çarçoveya amadekariyên mitîna KCD û BDP'ê ya dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê ya bi navê "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" şahiyên gel pêk hatin û banga tevlîbûna mitîngê pêk hat. Endamê Lijneya Koordîsayona KCD'ê Ayla Akat wiha got: "Ji bo dawiyê em li qirkirinê bînin em dê bi çoşa Newrozên salên 90'an li Qada Îstasyonê bin. Em dê azadiya Birêz Ocalan înşa bikin." Li Geverê jî xebat berdewam dikin.
AMED
Li Amedê di çarçoveya xebatên mitînga 14'ê tîrmehê de ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Rezan ve li Parq Newrozê şahiya gel pêk hat. Eendama Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê Ayla Akat, Alîkarê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yên Amedê Ahmet Gezen, Şaredara Rezan Yuksel Baran, rêveberên BDP'ê, hunermend Hozan Comert, Farqîn, Bulent Turan, Axin Welat, Genim, Çiya û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Ocalan" hatin berzkirin. Piştî hunermend Farqîn û Bulent Turan Alîkarê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yên Amedê Ahmet Gezen axivî û bang li hemû gelê Amedê kir ku ji bo "Azadiya Ocalan" tevlî mitînga 14'ê tîrmehê bibin kir.
'EM DÊ BI ÇOŞA NEWROZÊ LI QADA ÎSTASYONÊ BIBIN'
Endamê Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat jî axivî û wiha got: "30 salin têkoşîn tê meşandin. Hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê tu gav neavêtin. Mitînga 14'ê tîrmehê dê bibe roja azadiya Ocalan. Ji bo Birêz Ocalan serbest bê berdan dê her tim li qadan bin. Ji bo qirkirin bi dawî bibe em dêbi çoşa Newrozên salên 90'an li Qada Îstasyonê bin. Em dê azadiya Birêz Ocalan înşa bikin."
Piştî axaftinê Hozan Comert derket ser dikê û bi stranên xwe demên xwe bi girseyê dan jiyîn.
ÊLIH
Li Êlihê ji bi heman armancê li Mala Gel ya Edîp Solmaz şahîp pêk hat. Rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredar Serhat Temel û gelek kesên din tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de sloganên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Di şahiyê de ji bo mitîgê banga tevlîbûnê hate kirin û piştî re hunermendên tevlî şahiyê bûn demên xwe bi welatiyan dan jiyîn.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê xebatên xwe berdewam dike. Komîsyonê BDP'ê li tax û gundan bê navber xebatên mitîngê didomînin. Di çarçoveya xebatan de dê di 9'ê tîrmehê de li gelek taxan şahî bên lidarxistin.