Aydogan: Ji ber polîtîkayên neolîberal GAP bi dawî nebû

Parlamentera HDP’ê Nûrsel Aydogan têkildarî pirsyarnameya HDP’ê ya der barê Wezîrê Xurek, Çandî û Ajalvaniyê Mehdî Eker de dabû meclîsê, axivî.

Parlamentera HDP’ê Nûrsel Aydogan têkildarî pirsyarnameya HDP’ê ya der barê Wezîrê Xurek, Çandî û Ajalvaniyê Mehdî Eker de dabû meclîsê, axivî.

'BIRYARÊN 24'Ê SIBATÊ ENTEGRASYONA KAPÎTALÎZMÊ BÛN'

Aydogan bal kişand ser rapora ku weke “Biryarên 24’ê Çileyê” tê zanîn û sala 1980 di dema Hikûmeta Eniya Nîjadperest a bi serokwezîrtiya Suleyman Demîrel de ji aliyê Rawêjkarê DPT’ê Tûrgût Ozal ve hatibû amadekirin axivî û  diyar kir ku biryarên 24’ê Çileyê entegrasyona kapîtalîzmê bûn.

Aydogan bal kişand ser serdema hikûmeta AKP’ê û diyar kir ku ji ber Desteka Yekser a Dahatê, hevsengiyê îstîhdama çandiyê ser û bin bûne. Aydogan da zanîn ku sala 2010 ji sîstema desteka dahata Yekser derbasî modela desteka hilberîna bi bazê bûn.

Aydogan bal kişand ser zêdebûna şêniyê û got: “Van 10 salên dawiyê ji ber zêdebûna rêjeya şêniyê di berhemên çandiyê de zêdebûna hilberînê çênebûye, berevajiyê vê yekê di qadên çandiniyê de kêmanî çêbûne û ev yek bûne sedem ku di qadên çandiyê de paşketin çêbibin.”

Aydogan da zanîn ku ev paşketin ji ber polîtîkayên şaş û xelet çêbûne û got: “Dest bi hinartina goştê sor kirin. Li Tirkiyeya ku welatên çandinî  û ajalvaniyê ye, êdî pezên ji bo qûrbanê jî ji welatên derve tînin."

'4 MILYON MIROV BI DARÊ ZORÊ KOÇBER KIRIN'

Aydogan bibîr xist ku sala 2000’ê hejmara cotkarên ku debara xwe bi çandiyê dikirin 7.8 milyon bûn, sala 2011 daketiye 6.1 milyonê û got: ''Para îstîhdama çandiyê ya sala 2000’ê %36 bû, ev rêje sala 2011 daketiye %25.5. ''

Aydogan  bal kişand ser polîtîkayên yên ku dixwestin salên 1990’an pirsgirêka Kurd bi rêbazên şer û leşkerî tune bikin û diyar kir ku ji ber bvan polîtîkayan zêdetirê 4 milyon kesên ku debara xwe bi çandinî û ajalvaniyê dikirin neçar man ku koçberê metropolên Tirkiyeyê bibin. Aydonga da zanîn ku zêdetirê 4 milyon kes bi darê zorê hatine koçberkirin.

'GER PROJEYA GAP'Ê BIQEDIYA KARKERIYA DEMSALÎ NEDIMA'

Aydogan da zanîn ku hukûmeta AKP'ê di mijara çandiniyê de polîtîkayên neolîberalan didomîne û bi wê yekê xet kir ku ev yek tê wê wateyê ku mirovan ji hilberîna çandinî û ajalvaniyê bikin. Aydogan têkildarê projeya GAP'ê wiha axivî:

"Ger projeya GAP'ê ku 13 sal in didome bi dawî bibûya, bi hezaran kesên ku niha li Derya Reş di şert û mercên dijwar de findiqan kom dikin, ne diçûn. Hikûmeta me ya ku pesnê xwe bi projeyên gelek mezin dide, GAP'ê bi dawî nekir. Sedema vê yekê jî polîtîkayên neolîberal in. Polîtîkaya we mirovên me ji çandinî û ajalvaniyê dikin, li gel vê jî neçarî polîtîkayên civakê dimînin. Mirovên welatê me jêhatî ne, baş kar dikin, hildiberînin. Ne hewceyê polîtîkayên civakî ne. Lê gelê me êdî dest bi fêmkirina polîtîkayên we kiriye. Ji ber vê jî hûn ê nikarin polîtîkayên ku mirovan mûhtacê we dikin bidomînin. ''