Aydar: Çareserî ne li Hewlêrê, li Îmraliyê ye

Aydar: Çareserî ne li Hewlêrê, li Îmraliyê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku ger dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, navnîşana çareseriyê ne Hewlêr, belê Îmralî ye. Aydar got; “Serokwezîr li şûna Wezîrê Derve bişîne Hewlêrê, bila Wezîrê Dadê bişîne Îmraliyê û Birêz Ocalan vebixwîne Enqereyê û pirsgirêkê li Enqereyê çareser bike.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar der barê pêşketinên li Sûriyeyê û gotûbêjên der barê destkeftiyên gelê Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi rêya Twitterê nirxandinek kir.

‘GAVA MIJAR DIBIN KURD..’

Piştî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hin bajaran bi dest xistin, di serî de Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gelek rayedarên din ên Tirk dest bi tehdîtên li hemberî gelê Kurd kirin. Aydar bersiv da van gefan û got;

“Pêşî em bêjin, ev daxuyanî li me xerîb nayên. Di dema bûyerên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de pêşketinên wiha çêbibûn û di wê demê de tehdît kirin û behsa xetên xwe yên sor kiribûn. Dibe ku hikûmet hatibin guhertin, lê belê nêzîkatî nehatiye guhertin. Gava mijar dibe Kurd, ANAP, DYP-CHP, DSP-MHP û herî dawî jî hikûmeta AKP’ê, ferqa yek ji wana ji ya din tune ye. Helwesta Recep Tayyîp Erdogan a di vî warî de ji ya Mesût Yilmaz, Suleymanan Demîrel, Tansû Çîller û Bulent Ecevît ne cûda ye.”

‘DIJMIHANIYA KURDAN’

Aydar bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan û rayedarên din ên Tirk ên li hemberî Kurdan û got; “Bi qasî dixwazin bila xwe li pişt gotinên weke biratî, teror û yên weke wan veşêrin, kesek ji we bawer nake, ev yek nikare rastiya vê nêzîkatiya we biguherîne û ya hûn dikin bi kurtî û kurmancî dijminahiya Kurdan e.”

Endanmê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku pêkanîn, nêzîkarî û daxuyaniyên rayedarên Tirk ji hev du nagirin û ev yek cote standartî ye. Aydar wiha domand:

‘MA HÛN XWEDIYÊ SÛRIYEYÊ NE?’

Tu yê li aliyekê behsa zalimtiya rejîma Sûriyeyê bikî, tu yê qala azadiya gelê Sûriyeyê bikî, li aliyê dijîn gava gelê Kurd pêngava azadiyê avêt, tu yê gest bi gef û tehdîdan bikî! Ev cote stantadartî ye û durûtî ye. Li aliyek din jî tu dê bi rejîmên herî tarî yên Rojhilata Navîn Siûdî Erebîstan û Qetarê re bibî yek û bêjî ‘Ez ê demokrasiyê bînin Sûriyeyê, ez ê gelê Sûriyeyê azad bikin!

Gelo pêşveçûnên li Sûriyeyê çima ewqas we eleqeder dike, hûn çima ewqas dikevin fikaran? Gotinên weke ‘Em destûr nadin Sûriye tu kesê li Sûriyeyê dest bi xebatên kadastro bike’ tê çi wateyê? Ma hûn xwediyên Sûriyeyê ne? Ma divê Sûriyeyî ji we bipirsin bê ew ê çawa xwe bi rê ve bibin? Ev çi zîhniyet e, ev çi nêzîkatî ye?

SEDEMA PIRSGIRÊKAN SÎNORÊ DI 1920’AN DE HATIN XÎZKIRIN E

Aydar, destnîşan kir ku ew nikarin wekî Serokewîz Erdogan û hevalên wî bersiv bidin, lewma ev yek tu xizmetê ji çareseriyê re nake û gotinên xwe wiha rêz kir: “Sedema pirsgirêkan sînorên di 1920’an de hatine xîzkirin ne. Îngîlîz û Frensiyan ev sînor xîz kirine. Yên ji dîroka Tirkiye û heremê fêm dikin dê baş bibînin ku Mûsil û Rojavayê Kurdistanê di nava sînorên ‘Mîsak- î Mîllî’ de ne. Di navbera Tirkiye û Sûriyê de tenê xeta trênî heye. Sînorê Iraqê jî li gor heremên petrolê hatine diyarkirin. Bi vî awayî kurd û Kurdistan hatin parçekirin. Êşên li ser van sînoran hatine kişandin tenê em kurd dizanin. Ji me dixwazin ku, em rêzê nîşanê wan sînoran bidin. Em vê qebûl nakin. Em rêz nîşanê van sînoran nadin. Ji bo me ev sînor tune ne.Wekî Yekitiya Ewropayê an jî şiklek din, divê ji van sînoran re çareseriyek were peydakirin.

‘ÇAVKANIYA TIRSA JI KURDAN ZÎHNIYETA TEKEPARÊZ E’

Çavkaniya pirsgirêkên Tirkiyeyê zihniyeta tekeparêz e. Ev feraset a Îttîhatiyan e. Ev biryar di sala 1909’an de di kongreya Îttîatiyan ya li Selanîkê hatiye lidarxistin de hatin girtin. Li gor vê biryara ku nepenî hatiye girtin, wê kêmaniyên ne- misilman (Rum, Ermenî û Asurî) bibin tirk. Ên misilman jî (Kurd, Ereb û Arnawit) ger nebin tirk wê bên qewirandin. Ev biryar qasî 100 sale tê pêkanîn. Kemalîstan jî li gor vê biryarê tevgeriyan. Li Anatolyayê, ne Rûm, ne Ermenî ne jî Asûrî man. Ereb û Arnawudan dewletên xwe ava kirin. Tenê di destê wan de Kurd man. Li gel hemû komkujî û asîmilasyonê kurd hêj hebûna xwe diparêzin. Çavkaniya dijminiya tirkan ya li hemberî kurdan ji vir tê.

Aydar, di berdewamê de destnîşan kir ku Erdogan û Davutoglu her tim qala polîtîkaya ‘Qezenc bike, Qezenc bike’ dikin û ev bang li wan kir: Werin em ji bo aştiyê maseyekê ava bikin. Em her tiştî li ser wê maseyê biaxivin û aştiyek dîrokî pêk bînin.”

SERDANA DAVÛTOGLÛ YA HEWLÊRÊ NE JI BO NIYETEK BAŞ E

Aydar bal kişand ku dê Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû bê Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne û got; “Em dizanin ku ev hewldan ne bi niyeteke baş e, ji bo careke din Kurdan berdin hev du ye. Lê dîsa bila biçe, em ne li dijî hevdîtinan in. Lê çareseriya pirsgirêkê ne li wir e.”

BILA SEROKWEZÎRÊ WEZÎRÊ DADÊ BIŞÎNE ÎMRALIYÊ

Aydar diyar kir ku ger dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, navnîşana çareseriyê ne Hewlêr, belê Îmralî û ev bang li hikûmeta Tirk kir; “Ger hûn li çareseriyê digerin, Serokwezîr li şûna Wezîrê Derve bişîne Hewlêrê, bila Wezîrê Dadê bişîne Îmraliyê û Birêz Ocalan vebixwîne Enqereyê û pirsgirêkê li Enqereyê çareser bike. Zemîn û bingeha vê yekê jî heye. Ger ev yek neyê kirin, ev pirsgirêk dê berdewam bike.”