Aydar bersiv da Arinç: Hûn kengî bûn hevparê êşên Kurdan?

Aydar bersiv da Arinç: Hûn kengî bûn hevparê êşên Kurdan?

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bersiv da daxuyaniyê Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ên li hemberî wekîlên BDP’ê û got; “Gava min xwend ez matmayî bûm.” Aydar wiha axivî; “Gelo kengî êşa 75 milyonan bûye yek? Hûn kengî bûne hevparên êş û xweşiyên Kurdan?” Aydar leşkerên bi pere jî weke “Qatilên mirovan” bi nav kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bersiv da daxuyaniya Alîkarê Serokwezîrê Tirk û Berdevkê Hukûmeta AKP’ê Bulent Arinç daxuyaniya li Bûrsayê dabû.

Arinç heqaret li wekîlên BDP’ê yên li Şemizînanê li rastî gerîlayên HPG’ê hatin kir û got; “Evan e ne Kurd in. Gelê Kurd temsîl nakin. Mirovên ku me nas dikir, me nanê xwe bi hev re parve dikirin, ne wiha bûn.”

Arinç îdîa kir ku wekîkên BDP’ê bi hestên gel dileyîzin û li wir gerîlayên HPG’ê hembêz kirine û got; “Hûn ji Xwedê natirsin, ji ber ku hûn Xwedê nas nakin. Hembêzkirina kesên xwînê dirijînin, netirsîna ji Xwedê ye. Dê hêza xwe yê ya qehrê bigihe we. Gava hûn li rastî bêdûayiyên 75 milyonan hatin,wê demê werin ser hişê xwe (…) Gava em vana hemûyan dibînin, divê em hemû şert û mercên welat bidin ber çavên xwe. Em bi ser çiyayan de bên. Em ê rêyan peya bikin. Em belaya terorê ji sere xwe biavêjin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bi rêya telefonê bersiv da pirsên ANF’ê û li ser Twitterê got ku wî “matmayî van daxuyaniyan” xwend.

BDP’YÎ PIRANIYA DENGÊN XWE JI BAJARAN DIGIRIN

Aydar bi rêya Twitterê wiha bersiv da daxuyaniyên Arinç:

1-Ev bûyer ne bûyerek bi êş e, ne fedî û ne jî cihê şerê me ye. Dibe hestên we wisa bin, lê vî welatî bi milyonan kes bi awayeke cûda dihizirin.

2- Di serî de Serokwezîr, hemû rayedarên payebilind ên AKP’ê dubare dubare dibêjin ku BDP’ê bi zora çekan deng ji herêmê wergirtine. Ev derewek bi şax e. Berevajoyê wê, ya ku bi zora çekan û derfetên dewletê deng wergirtin AKP ye. Ma gelo yê ku dixwaze bi zora ewqas leşker û polîsên di destê xwe de BDP’ê ji holê rabike ne tu yî? Ma gelo yê ku hemû alîkariyên di xizîneyên dewletê de ji bo xwe bi kar tîne ne tu yî? Her sê partiyên ku koma wan di Meclîsê de ne, salane bi qasî cîhanekê pere ji xizîneya dewletê digirin. Lê çima nadin BDP’ê? Her wiha ev 10 sal in tu li ser desthilatiyê yî, ji bo nunertiya Kurdan tune be, benda ji sedî 10 a hilbijartinê heye, ma yê ku vê pêk tîne ne tu yî? Gelo dema tu vana dikî, li gel de maf, huqûq, edalet, wijdan, exlaq, ol, îman û tirsa Xwedê heye? Gelo tu bi van kiryarên xwe çi qas Xwedê nas dikî? Jixwe ger BDP’ê bi zora çekan deng werbigirta, dê herî zêde li gunda werbigirta. Tu jî dizanî ku BDP herî zêde li bajaran dengan bi dest dixe. Tu ji bo vê çi dibêjî?

3-Hembêzkirina van mirovan çima guneh be? Xweda çima li dijî vê yekê be? Ez mirovane ji ber zilma te reviyan wan çiyayan. Ev mirovane ji bo parastina mafê gelê di bin zilma te de çûne serê wan çiyayan û ji bo armanceke pîroz li wan deran in. Hêmbêzkirina van mirovan, mirov zêdetirê nêzîkê Xwedê dike. Gelo dema te li Roboskiyê piraniya wan zarok, 34 mirovan qetil kir, tu ji Xwedê netirsiya? Di serdema desthilatiya te de bi sedan zarok hatin kuştin. Gelo dema te Ûgûr Kaymazan, Enes Atayan, Ceylan Onkolan qetil dikir, tu ji Xwedê neditirsiya? Gava te îşkencekar û tecawizkaran dikir mudur, ma tu ji Xwedê netirsiya? Hey birayê min ê oldar, ez yên din jî bihejmêrim?

4- Ya din jî, tu dibêjî li vî welatî kes ji van mirovan hez nake. Lê tevî te her kes baş dizane ku van mirovan cihê xwe di nava dilê hemû Kurdistaniyan de danîne. Derewa mezin jî li vir e. 'Derewa mirovên mezin jî, mezin e.' Gava tu ewqas derewên mezin dikî, ma tu ji Xwedê natirsî?

KENGÊ ÊŞA 75 MILYONAN HEVPAR BÛYE?

Aydar gotina Arinç ya “Henekên xwe bi êşên 75 milyon mirovên me kirine” jî nirxand û diyar kir ku, “Hûn behsa êşa 75 milyon mirovî dikin, kengê êşa 75 milyon mirovan hevpar bûye, hûn kengê bûne hevparê keyfxweşî û êşên Kurdan? Hûn xwe çi hesap dikin?”

Aydar ku ji ANF’ê re axivî û got; “Di vî welatî de êşên Kurdan ew qas çênebûne ku… Bi dirêjahiya dîroka Komarê û beriya wê jî kengê êş hevpar bûne? Ma hûn li Dêrsimê, Zîlanê, Pîranê bûne hevpar? Hûn in yên ku ev êş bi me dane kêşan, hûn dikarin behsa hevparbûyînekî çawa û kîjanê bikin? We zimanê me, nasnameya me, çanda me qedexe kiriye ma wisa gengaze ku êşên me hevpar bin?”

DIYARKIRINA XWÎNÊ NÊZÎKATIYEKÎ NÎJADPERESTÎ YE

Aydar destnîşan kir ku, di vir de dîtina desthilatdariyê heye. Gotina Arinç ya “Hûn kîjan xwînê dihilgirin” gotinekî “nîjadperest e”. Aydar anî ziman ku, “Ev çi nêzîkatiyekî nîjadperestî ye”, “Xwîna mirovan di me de heye. Di mirovên din de çi xwîn hebe di me de jî heman xwîn heye û ev jî ev e: A Rh+, A Rh-, B Rh+, B Rh-, AB Rh+, AB Rh-, O Rh+, O Rh-.” Aydar da zanîn ku, ‘xwîna Tirktiyê’ ya nêzîkatiyên nîjadperestî em red dikin.”

Aydar bi lêv kir ku, pirsgirêk bi gefan nayê çareserkirin û wiha got; “Ev ziman dê hîn bêhtir xwîn, hîn bêhtir mirovan ber bi mirinê ve bibe.

KURD JI EWLADÊN XWE HEZ DIKE

Aydar aşkera kir ku, Arinç di van rojên cejnê de daxuyaniyên “tejî tundî û rê li ber xwepêşandanên linc û tundiyê vedikin” dike. Aydar anî ziman ku, “Vêca behsa tirsa Xweda dikin. Di Îslama ku em nas dikin de tiştek wisan tune ye. Di be ku hûn ji Kurd û ewladên wan hes nekin, lê belê Kurd ji ewladên xwe hez dike. Vêca ger ev ew bin yên ku ji bo wana çûne çiyan, hînbêhtir jê hez dikin.”

NÊÇÎRVANÊN MIROVAN NABIN ŞEHÎD

Aydar bertek nîşanî têgîna peyva “Şehîdbûn” ya tê bikaranîn jî da û got; “We bidehan mirov weke leşkerên bipere girtine. Ew ji bo pereyan nêçîra mirovan dikin. Dema mirin jî hûn dibêjin şehîd, kengê ji bo pere nêçîra mirovan bû şehîdbûn? Kengê peyva şehîdbûn dane nêçîrvanên serç mirovan? Ev di kîjan qûralê olî de heye, di kîjan wijdanê de heye? Ger ev zilamane dema pere negirin dê biçin? Serê her serekî pere distînin, îkramiyeyê distînin. Şehîdbûnek wisan nabe.”

SERDANA WEZÎR ŞAHÎN PROVOKASYONE

Aydar ku serdana Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn ya Colemêrgê nirxand û gelê Colemêrgê pîroz kir. Aydar wiha got: “Tu di roja erefatê de Wezîr Şahîn dişînî Colemêrgê. Cejna gel provoke dikî.”

Aydar bi bîr xist ku, Wezîrê Navxweyî her roj heqaretê li gelê Kurd û nûnerên wan dike, kesekî wisa ye ku çi tişta li dijî Kurdan be wê dike, her wiha wiha berdewam kir: “Derdikeve kolana û xelkê tehrîk dike, piştre bajar vedigere qada şer, tu bi kîjan mafî wisan dikî. Wezîrê Navxweyî roja cejnê diçe, bi qatîl û nêçîrvanên mirovan re cejnê pîroz dike. Em jî van tiştan hemûyan dibînin. Di vir de mirov wê çawa behsa hestên hevpar bike. Hûn di cejnê de jî êrîşan didomînin, operasyonên we hêjan berdewam dikin. Çûyîna Wezîrê Navxweyî jî organîzekirina êrîşan bû û ji bo provokasyona bû. Ez gelê Colemêrgê pîroz dikim, silav dikim û dibêjim cejna xwe xweş be.”