Ayata: Tirkiye dixwaze şer derbasî Kafkasyayê bike û Rûsyayê tengav bike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Ayata got, "Tirkiyeyê şêwirmendî ji Azerbaycanê re kir, çek û efserên xwe jê re şand û ji bo derketina vî şerî ket nava hewldanan. Bi vê yekê re hem tehdeyê dide Ermenîstanê, hem jî Rûsyayê tengav dike."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata got, "Tirkiyeyê şêwirmendî ji Azerbaycanê re kir, çek û efserên xwe jê re şand û ji bo derketina vî şerî ket nava hewldanan. Bi hewldaneke ji nişka ve ketin Karabagê. Bi vê yekê re hem tehdeyê dide Ermenîstanê, hem jî Rûsyayê tengav dike."

Ayata da xuyakirin, pirsgirêka Karabag a navbera Ermenîstan-Azerbaycanê, di dema dawî de ji nû ve hatiye sorkirin û anî ziman, ku wê di demeke nêz de eşkere bibe bê ev pirsgirêk çima di demeke bi vî rengî de ji nû ve hatiye tevdan.

Ayata bibîr xist ku di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ji sala 1994'an û vir ve agirbestek heye, lê di rojên dawî de li Karabagê her du alî ber bi şer ve hatine kişandin û got, "Statuya Karabagê berê jî gelekî hat nîqaşkirin. Amerîka ket navberê, Neteweyên Yekbûyî ket navberê. Ev pirsgirêka navbera Ermenîstan û Azerbaycanê, herî dawî di sala 1994'an de bi morkirina peymaneke agirbestê re hal kirin. Ev der herêmeke xweser e. Lê belê Karabag a di pratîkê de serbixwe ye, demekê bi ser Azerbaycanê ve bû û niha di bin kontrola Ermenîstanê de ye. Ya rast di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de hevsengiyek ava bûbû. Rewşeke agirbestê hebû. Lê belê di dema dawî de bi vî şerê bi destê Tirkiyeyê hat destpêkirin re tê xwestin ev hevsengî bê xerakirin."

QADA TIRKIYE LI SER BI BANDOR E GELEKÎ KÊM BÛ

Ayata da zanîn, bi destwerdana Rûsyayê re Tirkiye li Sûriyeyê gelekî tengav bû û dest nîşan kir, ku qada Tirkiye bandorê lê dike gelekî teng bû. Ayata axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "DAIŞ gav bi gav qels bû û ket nava pêvajoyeke têkçûnê. Tirkiye hewl dide nehêle Cerablûs ji destê DAIŞ'ê derkeve. Ji bo ev nebe, serî li her rê û rêbazan dide. Ji bo xatirê vê yekê balafira Rûs jî anî xwarê. Li wê herêmê DAIŞ, El Nûsra û El Qaîdeyê fînanse dike. Sînorê Tirkiyeyê van çeteyan xwedî dike. Li hemberî vê yekê, wan jî ji bo Rûsyayê tengav bike, li aliyê rojhilat şer dan destpêkirin."

JI BO ŞER RÛ BIDE, TIRKIYE DI NAVA HEWLDANAN DE YE

Mûzaffer Ayata da xuyakirin, ku şerê li Karabagê bandora şerê li Rojhilata Navîn e û got, "Azerbaycanê ji ber xwe ve şerekî bi vî rengî dernexist. Çavkaniyên Azerbaycanê zêdetir in. Li gorî Ermenîstanê welatekî dewlemendtir e. Tirkiyeyê şêwirmendî ji Azerbaycanê re kir, çek û efserên xwe jê re şand û ji bo derketina vî şerî ket nava hewldanan. Bi hewldaneke ji nişka ve ketin Karabagê. Bi vê yekê re hem tehdeyê dide Ermenîstanê, hem jî Rûsyayê tengav dike. Ji ber ku Rûsya bi her du welatan re xwedî têkiliyên baş e. Bi van êrîşan re dixwaze têkiliyên Rûsya-Azerbaycanê xera bike û Azerbaycanê hîn bêhtir nêzî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku hêza leşkerî mîlîtarîst a Tirkiyeyê zêdetir e Azerbaycan jî wê xwe bispêre wê. Tirkiye jî wê nîşan bide ku xwedî lê derdikeve."

Ayata da xuyakirin, ku Tirkiye nêzîkatiya "Tu Karabagê di konjonktura heyî ya navneteweyî de nikare Karabagê werbigire, bi afirandina rewşeke fîîlî bi şer re tu dikare bigire" li ser Azerbaycanê ferz dike û bi vî rengî Azerbaycanê ber bi şer ve dehf dide.

Ayata ev nirxandin kir: "Tirkiye ji Azerbaycanê re dibêje 'Em jî li pişt we ne. Di her mijarê de em ê destê bidin we. Lê hûn xwe hinekî ji Rûsyayê vegirin'. Plana Tirkiyeyê ev e. Dixwaze krîza Rojhilata Navîn derbasî nava Kafkasya bike. Ji ber ku Tirkiye dizane li wê derê dikare cih li Rûsyayê teng bike. Mînaka Ûkrayna Qirimê heye. Rûsyayê di van mijaran de li hemberî xwe Ewropa dît. Li Sûriyeyê jî xwest Rûsyayê derxîne hemberî Amerîka û NATO. Lê nikarî bi ser bixîne. Berevajî li Sûriyeyê qada tevgerê ya Tirkiyeyê teng bû. Niha jî ji bo Rûsyayê tengav bike hewl dide pirsgirêka derve bi Rûsyayê re bafirîne."

TIRKIYE JI BO CIH LI RÛSYAYÊ TENG BIKE, ÇI JI DEST TÊ DIKE

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, Tirkiye ji bo Rûsyayê tengav bike pirsgirêka Karabagê derxist û destnîşan kir, ku bi vê pirsgirêkê re hem xwest Rûsyayê tengav bike, hem jî Azerbaycanê bi xwe ve girê bide. Ayata got, "Jİ ber ku Azerbaycan ev demeke dirêj e xwe ji Tirkiyeyê vegirtiye. Têkiliya navbera wan sar bû. Têkiliya Tirkiyeyê bi Ermenîstanê re û dayîna hin sozan Azerbaycan aciz kir. Tirkiyeyê hem sozên dayî bi cih nanî, hem jî bi vê rewşê re careke din dixwaze Azerbaycanê ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Tirkiye dixxwze şer derbasî Kafkasyayê bike û Rûsyayê li vê eniyê tengav bike. Dizane rewşa aboriyê ya Rûsyayê gelekî baş nîne. Ji aliyekî ve bi Ûkraynayê ji aliyê din ve jî bi şerê li Sûriyeyê re mijûl dibe. Niha jî eger pirsgirêka Ermenîstan Azerbaycanê derkeve, wê neçar bimîne bi vê re jî mijûl bibe. Ji ber ku di navbera Rûsya û Ermenîstanê de tifaq hene. Hêza xwe ya leşkerî biriye wê derê. Rûsya di vê mijarê de nikare yekalî nêz bibe. Ji ber ku têkiliyên xwe bi Azerbaycanê re jî heye. Tirkiye bi vê dizane. Bi tevlîhevkirina rewşê re dixwaze hevsengiyên li Rûsyayê xera bike. Hevsengiyên xerabûyî wê tehdeyê bide Rûsyayê. Tirkiye ji bo cih li Rûsyayê tengav bike, çi ji dest tê dike."