Ayata: Belgeyên Panama şerê berjewendiyan e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, bandora destpêkê ya Belgeyên Panamayê li Îzlanda hatiye dîtin, lê belê gelek derdor, şîrket û rêveberên dewletan telvî karên qirêj bûne.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, bandora destpêkê ya Belgeyên Panamayê li Îzlanda hatiye dîtin, lê belê gelek derdor, şîrket û rêveberên dewletan telvî karên qirêj bûne.

Ayata Belgeyên Panama ji ANF'ê re nirxand û bibîr xist ku beriya niha bi demekê li Elmanyayê mirovên ji dayîna bacê direviyan, hesabên wan ên bankayê hatin kifşkirin û got, "Kesekî di berdêla çend mîlyon dolarî de lîsteya navên kesên ji dayîna bacê reviyane firot Elmanyayê. Elmanyayê ew agahî kirî û yên ji bacê reviyane, hîn bêhtir pere stend. Sîstema kapîtalîst bi vî rengî dimeşe. Li ser pere û berdîlê bi rê ve diçe."

Ayata da xuyakirin ku Belgeyên Panama jî dişibe vê rewşê û got, "Bandora destpêkê ya van belgeyan li Îzlandayê hat dîtin. Serokdewletê Îzlandayê îstifa kir. Civakê nerazîbûn nîşan da. Lewma îstifa kir. Em nizanin bê ji niha û pê ve wê bandor li ku derê bibe, civak wê çiqasî mûxalefetê bike, wê rê li ber çi veke. Lê belê em dibînin gelek derdor, şîrket, rêveberên dewletan tevlî karên gemarî bûne."

Ayata diyar kir, mal û milkên van kesên navên wan di belgeyan de derbas dibin, li gorî hatineyên wan gelekî zêdetir in û got, "Xuya ye ev kes têr nabin." Ayata axaftina xwe wiha dewam kir: "Çawa ku qanûna kapîtalîzmê hîn bêhtir qezenc e, mirovên ji nava vê sîstemê derketine jî, her tim hîn bêhtir dixwazin. Dema mirovahî ji holê bê rakirin, amûrên madî jî dibin amûrê wê. Dema pere zêde dibe, qadên jêxwarinê jî zêde dibin. Bi zêdebûn qadên jêxwarinê re, manewiyat jî bêhtir kêm dibe. Li cihê manewiyat lê kêm bûye, pîvanên edalet, wekhevî û mirovahiyê diqete."

Ayata destnîşan kir, ku li şûna bikaranîna pere di karên gemarî de eger pere bi mirovan re bê parvekirin, wê li cîhanê mirovekî bi tenê yê birçî jî nemîne û herî dawî got, "Ev cîhan ewqas dewlemend e, têra her kesî dike. Lê belê çerxa sîstema kapîtalîst pêşî li vê digire. Ya rast, belgeyên bi vî rengî şerê berjewendiyan e. Beşekê deşîfre dikin, beşekê jî diparêzin. Eşkerekirina van belgeyan bi hestên edaletê yên paqij nayên kirin. Ev belge, ji bo tengavkirina hin kesan hatin eşkerekirin. Ji xwe yekser serokê dewletekê neçar ma îstifa bike. Ji ber ku sîstem xwe ji pere, berjewendî û talankariyê xwedî dike, nêçirvanên wê, dizên wê û qaçaxçiyên wê qet kêm nabin. Hejmara wan kêm nabe, berevajî zêde dibe. Ancax di rewşeke zelal û demokratîk de hesab dikare ji van bê pirsîn û ji holê bên rakirin."