Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRB) ya BDP’ê yê girtî Mustafa Avci got; “Ew careke din li vir cuda hatine dîtin, wan jî xwe li vir cuda hîs kirine.
Yekemîn Doza KCK’ê ya li Sîlîvrî berdewam dike, bê parêzer û bê temaşevan didome.
Parêzeran jib o ku êrîşa cendermeyan û ewlehiya zêde protesto bikin, biryar dan ku tevlî rûniştina îro nebin û darizandin bê parêzer tê kirin.
Di rûniştinê de endamê Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRB) ya BDP’ê yê girtî Mustafa Avci diyar ku polîs jî dozger jî xwe di bin zextan de hîs dike û wiha got: “Lê ev der cihên ku edalet lê hebin e. Em dixwazin li vir xwe rehet hîs bikin. Ji duh heta îro tiştên hatine jiyîn, nehiş ku em xwe rehet hîs bikin. Min 27 salan mamostetî kir. Ez psîkolojiya mirovan baş fêm dikim. Min careke din li vir xwe tenê hîs kir. Me fêm kir ku em cuda tên dîtin. Divê dadgeh hawireke ku em xwe rehet hîs bikin ava bike.”
Prof Dr Buşra Ersanli jî da zanîn ku parêzeran bi îredeya xwe danişîn terk kirine û lê temaşevan ji derveyî îradeya xwe hatine derxistin. Ersanli got ew dixwazin malbatên wan bên salonê.
Piştî axaftina Ersanli dadgeh derbasî xwendina îdianameyê bû.