Avahiyên TOKÎ’yê di bin avê de man: 6 kes mirin

Avahiyên TOKÎ’yê di bin avê de man: 6 kes mirin

Li navçeya Canik a bajarê Tirkiye Semsûnê di encama ava robar di ser de avêt lehî rabû qatên yekemîn yên avahiyên TOKÎ di bin avê de man. 4 jê zarok 6 kes mirin.

Duh di saetê êvarê de baran ku dest pê kir ji ber zêdebûna baranê lehî rabû. Robarê Mer di ser de avêt û di encama vê de di avahiyên TOKÎ de 6 kesan jiyana xwe ji deset dan. Her wiha li nêzî Tesîsa Dolum a Petrolê ya ligel Derbentê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li ser riya Ordu-Samsunê jî wesayîtek ji ber ava lehiyê kete çem û 4 kes mahsur ma. Ev çar kes di deqeya dawî de ji aliyê maşîneyên kar ve hatin rizgar kirin. her wiha dîsa li Derbentê di rê de hezaz çêbû. Li aiyê din welatiyên k udi wesayît û sîwaneyan de mahsur man jî bi maşîneyan hatin rizgarkirin.