Avahiya Rêxistina BDP'ê ya Çanakkaleyê rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar ya bi kevir hat.
Hate zanîn ku, avahiya Rêxistina BDP'ê ya Çanakkaleyê roja borî rastî êrîşa bi kevir ya kesên nasnameya wan nediyar hat. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Çanakkale Abdullah Guler têkildarî êrîşê de agahî dan û diyar kir ku, roja borî avahiya partiya wan rastî êrîşa bi kevir hat û camên avahiyê hatin şikandin. Guler, bal kişand ser provokosyonê û banga bihestiyarê kir.