Atli: Divê dewlet ji ber komkujiyên kirine, were darizandin
Serokê Şaxê PSAKD’ê yê Amedê Aydin Atli diyar kir ku dewlet ji ber Komkujiya Mereşê û komkujiyên din nehatiye darizandin; polîtîkaya bê cezatiyê jî dibe sedemê komkujiyên nû.
Serokê Şaxê PSAKD’ê yê Amedê Aydin Atli diyar kir ku dewlet ji ber Komkujiya Mereşê û komkujiyên din nehatiye darizandin; polîtîkaya bê cezatiyê jî dibe sedemê komkujiyên nû.
Serokê Şaxê PSAKD’ê yê Amedê Aydin Atli diyar kir ku desthilatdariya heyî baweriya Elewiyan weke gef dibîne; polîtîkayên bişaftinê zêde kiriye û got: “Em weke Elewî naxwazin bên pênasekirin, em dixwazin weke Elewî bên naskirin. Desthilatdarî her tim hewl dide li gorî xwe pênaseyekî bike, lê em vê pênaseyê qebûl nakin.”
45 sal li ser Komkujiya Mereşê re derbas bûn ku li Mereşê 19’ê Kanûnê li hemberî Kurdên Elewî destpê kir û 26’ê Kanûna 1978’an bi dawî bû. Li gorî hejmarên fermî di komkujiya ku 7 rojan dewam kir de, 120 kes hatin qetilkirin, 559 mal û nêzî 290 kargeh hatin şewitandin. Lê li gorî daneyên ne fermî, hejmara kesên ku di komkujiyê de hatine qetilkirin li ser 500’ê ye. Derbarê berpirsyaran de darizandin hate destpêkirin û 23 salan dewam kir. Di darizandinê de ji 22 kesan re îdam, ji 7 kesan re cezayê girtîgehê yê muebedê û ji 321 kesan re ji salekî heta 24 salan cezayê girtîgehê hate dayîn. Nekarîn xwe bigihînin 68 kesên ku di komkujiyê de rol lîstine. Biryarên ku Dadgeha Rêveberiya Şidayî dayî, piştre ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerabkirin û biryarên îdamê pêk nehatin. Bersûcên ku ceza wergirtin, sala 1991’an bi derketina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) hatin berdan.
Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) ê Amedê Aydin Atli têkildarî Komkujiya Mereşê ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Dewlet ji ber ti komkujiyên ku di nava civakê de kirî, nehat darizandin. Komkujiya Mereşê komkujiyeke li hemberî Kurdên Elewî bû. Piştî komkujiyê em ketin dema 12’ê Îlonê cuntaya faşîst. Yek ji bingehên sereke ya 12’ê Îlonê, Komkujiya Mereşê bû. Ji ber ku dewlet ji ber komkujiyên Çorûm, Meletî û 1’ê Gulanê nehat darizandin, di roja me de jî heman komkujî didomin. Her wiha komkujiyên Roboskî, Madimak, Enqere Gar û Pirsûsê jî pêk hatin. Hingî ku dewlet ji ber van komkujiyan neyê darizandin, wê li vî welatî komkujî bidomin.”
‘POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ DIBE SEDEMÊ KOMKUJIYEKE DIN’
Atli destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezatiyê dibe sedemê komkujiyên nû û wiha got: “Polîtîkaya bêcezatiyê cesaretê dide kesên ku komkujî kirine. Faîlên rast ên komkujiya Mereş û Sêwasê ti carî nehatin eşkerekirin. Kesên ku hatine girtin jî, piştî demekê hatin berdan. Yên ku komkujî kirine hatin efûkirin. Yên derketine jî weke qehreman hatin pêşwazîkirin.”
‘ME KOMKUJIYÊN LI DIJÎ ME HATINE KIRIN, JI BÎR NEKIRINE’
Atli diyar kir ku hîna jî dewlet ji ber Komkujiya Dersimê ya ku 1938’an hate kirin, nehate darizandin û ev tişt got: “Li Madimak a Sêwasê 8 saetan hotel şewitî, li Mereşê qasî hefteyekî ti kes neçû û mudaxele lê nekir. Tişta ku li Mereşê dihat plankirin, komkujiyeke hîn mezintir bû. Eger bi berxwedanê bersiva wan nehatiba dayîn, wê hemû Elewiyên ku li wir dijîn tune biban. Raporek dabûn Serokwezîrê demê Bulent Ercevît. Ev rapor hîna di roja me de jî bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Me komkujiyên ku li dijî me hatine kirin, ji bîr nekirine û em ê nehêlin bên jibîrkirin.”
Atli ragihand ku ji ber polîtîkaya dewletê ya yek ziman û yek bawerî bi sedan sal in komkujî tên kirin û anî ziman ku desthilatdariya heyî vê polîtîkayê didomîne.
Atli bilêv kir ku desthilatdariya heyî baweriya Elewiyan weke gef dibîne û wiha got: “Li aliyekî bişaftin bilez kiriye. Em weke Elewî naxwazin bên pênasekirin, dixwazin weke Elewî bên naskirin. Desthilatdarî her tim hewl dide li gorî xwe pênase bike, em vê pênaseyê qebûl nakin.”