Artêşa Sûriyeyê ya Azad berî heftiyekê li herêma Seqba ya Şamê di encama şerê di navbera wan û artêşa rêjîmê de gelek leşker dîl girtin. Di nava leşkerên dîl de ciwanê Kurd Mihemed Sefer yê ji herêma Dêrikê jî heye.
Artêşa Sûriye ya Azad berî heftiyekê êrîşî nevenda rokêtan a li herêma Seqba ya derdora Şamê kir, çekdarên artêşa Sûriye ya Azad navenda rokêtan bi temamî xistin destê xwe û dest danî ser hemû çekên li navebdê û gelek leşkerên artêşa fermî hatin kuştin û gelek jî dîl hatin girtin.
Di nava leşkerên dîlgirtî de ciwanê Kurd Mihemed Sefer jî heye. Mihemed Sefer bi xwe xelkê gundê Mora yê herêma Aliyan a Dêrikê ye û berî çend salan tevî malbata xwe li taxa Zorava ya Şamê dijîn.
Tê zanîn ku derfetên ciwanên kurd ên reva ji leşkeriyê pir kêm in, di demên dawî de jî êrîşên çekdarên Artêşa Azad ên li dij navendên leşkerî zêde bûne, û di encamê de bêyî ku cudahiyê têxin nava ciwanên ku leşkeriya rêjîmê ji neçarî dikin û pêxwasên ku bi dilê xwe rêjîmê diparêzin, kî dikeve ber wan wan dikujin yan jî dîl digrin.