Şerên li paytexta Sûrî Şamê êdî gihişte wê astê ku bandora xwe li ewlekariya jiyana welatiyên Kurd dike. 12 Kurdên ku ji bo debara xwe bikin, ji neçarî li Şamê dixebitîn, beriya 9 rojan hatin revandin û ti agahî ji wan nayê bidestxistin.
Demên dawî piştî ku şer li nava Şam û Helebê belav bûn, ewlekariya jiyana Kurdên li van herdû bajaran jî bûye ciyê metirsiyeke mezin. Beriya 9 rojan li paytext Şamê 12 Kurd dema ji kar vedigeriyan malên xwe, li devera di navbera taxên Tişrîn û Qabûn de ji aliyê hêzên rêjîma Sûrî ve tên rawestandin..
Piştî ku hêzên rêjîmê welatiyên Kurd radiwestînin, wan dibin devereke nediyar. Ji Kurdên hatin revandin navê 3 welatiyên ji navçeya Efrînê Racoyê weha ye: Mihemed Şêx Mistefa û zarokê bi navê Mihemed Seydo Xelo.
Ji wê rojê ve, tevî hemû hewldanan jî, ti agahî ji 12 Kurdên hatine revandin nayê bidestxistin. Hat ragihandin ku zarokê bi navê Mihemed Seydo Xelo bi riya telefonê bi malbata xwe re axiviye û ji wan re gotiye, ew nizanin li ku têne ragirtin.
Malbatên kesên ku hatine revandin ji bo ku çarenûsa wan bizanibin, di serî de Tevgera Civaka Demokratîk, bang li saziyên mafê mirovan kirin da ku alîkariya wan bikin.