Anonymousê vê carê malpera Fethullah Gulen rûxand

Anonymousê vê carê malpera Fethullah Gulen rûxand

Anonymousê ji bo piştgirî dayîna RedHack’ê êrîşî malpera înternetê ya fermî ya Cemaeta Gulen kir û malper rûxand.

Koma hack ya binavê Anonymous ji bo piştgirî dayîna RedHack’ê di demjimêrên 03.00’an de êrîşî malpera înternetê ya fermî ya Cemaeta Gulen kir û malpera bi navê www.herkul.org rûxand.

Hêjayî gotinê ye ku beriya vê di 19’ê Tîrmehê de Anonymousê jib o piştgirî dayîna RedHackê malperên Miduriyeta Giştî ya Polîsan û MÎT’ê hack kiribûn.

Di hesaba xwe ya Twitter ya binavê @KizilHaclerLar de wiha ragihand:

-Malpera yekem ya cemaeta Fethullah Gulen ya binavê http://www.herkul.org/ ji bo piştgirî dayîna RedHack’ê ji aliyê Anonymousê ve hatiye rûxandin.

-Malpera Cemaeta Gulen http://www.herkul.org/ ku gelek mirov avêtine girtîgehan ji aliyê Anonymousê ve hatiye rûxandin.