Amet Turk û Altan Tan li Mannheima Almanyayê bûn

Amet Turk û Altan Tan li Mannheima Almanyayê bûn

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk û Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan bi vexwendina Komeleya Çandê ya Kurdan a li Ludwingshfenê ya bajarê Almanya Mannheimê beşdarî civînek a gel bûn.

Di civîna li salona Burgerhaus a li Mannheimê li dar ket de, ji bajarên derdorê jî gelek Kurdistanî beşdar bûn.

Turk, di axaftina kir de diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ne alîgirê aşitiyê ye û got; “Têkoşîna azadiya gelê Kurd berdewam dike. Ev têkoşîna gelê Kurd dê heta bidestxistina azadiyê berdewam bike.”

Turk bûyer û geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê jî nirxand û destnîşan kir ku berpirsê xwîna li Kurdistanê diherike hikûmeta AKP’ê ye. Turk got ku êdî aşkere bûye ku Erdogan di gotin û polîtîkayên xwe de bne ji dil e.

Piştî Turk, Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan jî axivî. Piştî Atan her du parlementern Kurd pirsên gel berisvandin.