"Serhildana Kurdan ji qasî dihat hêvîkirin, zêdetir mezin bû. Ji bilî Xarpêtê hemû dever ket destê serhildêran. Navenda serhildana bi hevkariya 4 eşîretên mezin ên Kurdan pêk hat, Amed e. Li aliyekê herêm ji aliyê balefirên şer ên Tirk ve dihatin bombebarankirin û li aliyeke din hikûmeta Tirk li Enqereyê bê çare mabû. "
Rojnameya Vossische Zeitung, di manşeta xwe ya duwemîn de cih dabû nûçeya der barê Serhildana Şêx Seîd de û sernûçeya “Amed ket destê Kurdan” bi kar anîbû. Rojnameya Alman Vossische Zeitung di sala 1655’ê de dest bi weşanê kir û heta îor gelek nav guhert. Ev rojname li hemû derverên cîhanê yên bi Almanî diaxivin beldav dibe.
Salek piştî ku Nazî hatin ser desthilatiyê, rojname di sala 1934’ê de hat girtin û hemû hejmarên rojnameyê yên salên 1918-1934 di arşîvên pirtûkxaneyên dewletê yên Weqfa Hebûna Çandê ya Prusyayê ya girêdayî Wezareta Çandê de hatin veşartin. Rojnameyê di wê demê de, di hemjara xwe ya 26’ê sibata 1925 de der barê serhilana Kurdan de wiha gotibû;
"Ji ber ku li erdnîgariya Kurdistanê rê tune ne û çiyayên bilind hene, gihiştina vir zor e. Ji ber wê jî hikûmeta Enqereyê li hemberî serhildanê ketiye tengasiyan. Lê ji ber ku Kurd ne yek in, beş bi beş in û bala her herêmekê li ser tiştekê ye, ev yek jî bi kêrî Enqereyê tê. Bajarê metropola Kurdan Amed a ku ketiye destan xwedî dîrokek 4 hezar salî ye.”
Rojnameyê nivîsand ku ev nêzî 200 salan e Kurd bi zextan re rû bi rû ne, ji vê yekê herî zêde Kurdên Êzidî ziyanê dibînin û ev şîrove weşandibû: “Berevajiyê hemû sultanên din, Abdulhamît navbera xwe û Kurdan xweş kir. Ji ber wê jî Serhilana Şêx Seîd dixwaze ku hikûmeta Enqereyê zextan sist bike û xelîfetiyê bîne. Çavkaniyên Înglîzî û Amerîkayê jî dibêjin ku ji bo Tirk belavî Asyaya Navîn nebin, Bolşevîkan serhildana Kurdan derxistine.”
Rojname dipirse; “Gelo Kurd di xizmeta Moskowê de ne?”. Lê rojnameyê piştre di hejmarên xwe yên din de vê teza xwe tune kir û diyar kir ku Kurd mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Rojnameyê di hejmara xwe ya çapa êvara 25 de, di rûpela din de sernûçeya “Li Kurdistanê serhildan” bi kar anî bû û wiha gotibû:
"Tevî Amed, Bedlîs Riha û heta sînorên Persan bi giştî 12 bajar ketine nava şer. Rêberê serhildanê Şêx Seîd di bangewaziya xwe de ji bo eşîretên Kurdan daxwaza otonomiyê dike û dixwaze sîstema xelîfetiyê bê anîn. Her çendî pir mezin bûye jî, lê bi ya hikûmeta Enqereyê serhildan bi ser nakeve. Çapemeniya tirk îdîa dike ku tiliya hêzên derve di serhildanê de heye."
Rojnameyê di çapa xwe ya 26’ê sibatê de manşeta “Amed ket destê Kurdan” û di nûçeya xwe ya di rûpela 4’emîn de cih girt de sernûçeya “Li Tirkiyeyê şer” bi kar anî. Vê carê, ji bilî agahiyên ji nûçegihanê xwe yê li Stenbolê, nûçeyê spart çakvaniyên li London û Parîsê jî. Di nûçeyê de ev agahî hatin dayîn:
'BARANEK ZÊDE HEYE, LEŞKER NIKARIN PÊŞ VE BIÇIN'
"Di nava serhildana Kurdan de hin peywirdarên artêşa Tirk jî hene. Baranek zêde heye û nahêle leşkerên Tirk pêş ve biçin. Enqere bi awayeke taybet civiya û biryar da ku yekîneyên nû bişîne vê herêmê. Enqere ditirse ku ev serhildan belavî bajarên weke Stenbolê jî bibe û hin parlementerên partiya hikûmetê pêşniyar dikin ku li bajaran rêveberiya leşkerî were danîn.
Radyoya Înglîz ragihand ku di saetên sibê de 3 hezar leşkerên Kurd bi pêşengiya Şêx Seîd ketin bajarê Amedê. Guman tê kirin ku eşîretên nû beşdarî nava refên Serhildana Şêx Seîd bibin. Çavkaniyên li Parîsê jî di nûçeyek dispêre Stenbolê de diyar dike ku Xarpêt jî ketiye destê serhildêran."
Rojnameya Alman "Vossische Zeitung" ragihand ku ji ber ku gihiştina herêmên Kurdan pir zor e, dê serhildan bi hefteyan berdewam bike. Rojnameyê di mehên adar û nîsanê de bi awayeke rêkûpêk serhildana Kurdan şopandiye. Lê serhildana weke roja destpêkê bala rojnameyê nekişand. Rojnameyê êdî di rûpelên dawiyê de, bi nûçeyên Kurd behsa serhildana Kurdan dikir. Hin wan nûçeyan wiha ne:
SERHILDANA KURDAN (17.03.1925): Nûçegihanê rojnameya Chicago Tribune xwe gihand agahiyên balkêş ên der barê Serhildana Kurdan de. Li gorî agahiyên dane artêşa Tirk dê 75 hezar leşkerên din bişîne Kurdistanê. Înglîz guman dikin ku serhildan xwe bigihîne Musilê jî. Lê ger alozî bigihe Musilê, Sovyet dê piştgirî bide Tirkan.
LI KURDISTANÊ ŞEREK DIJWAR (29.03.1925): Di çarçoveya serhildana Kurdan de li herêma di navbera Farqîn û Mûşê de şerên dijwar berdewam dikin. Piştî şerên dijwar ên li herêmên têkiliya Kurdan bi sînorê Iraqê re qut bû.
LI DIJÎ KURDAN ŞERÊ MEYDANÊ: (31.03.1925): Berevajî çapemeniya tirk agahiyên ku tên ber destên me, tê gotin ku herêma serhildanê pevçûnê dijwar hene. Serhildêrên ku hejmara wan di nabera 20-30 hezarî de ne, hespên wan hene û çekên xwe girêdane. Li herêma nabera Erzirom, Xarpêt, Amed û Bedlîsê di şerê ku didomiya de di yekineyên tirk yên bin Fermandiyara Kemalettîn Samî Paşa de 70 hezar leşker hene. Artêşa tirk careke din û bê dawî ji bo ku serhildanên kurdan çênebe, dixwaze hemû kurdan bigire bin destê xwe.
Panzêr û balafir dişandin herêma şer û heta ku serdestiya rêveberiya Enqereyê pêk were dê yekîneyên leşkerî demeke dirêj li Kurdistanê bimîne. Di belavokên ku ji balafiran diavêtin jî banga ‘teslîm bibin’ dihat kirin û dihat gotin ku kesên li hemberî serhildêran şer neke hemû sûcdar in. Bicihkirina yekîneyên leşkerî ya Kurdistanê 7 mîlyon Pound lê çû. Ev jî dihat vê wateyê ku hikûmeta Enqereyê di dawiya salê de deyndar e.
LI KURDISTANÊ SERKEFTINA TIRKAN (01.04.1925): Li gorî çavkaniyên tirk di navbera herêma Muş û Palu de serhildêrên kurd hatine paqijkirin. Têkiliya kurdan bi rojhilat re hate qutkirin û dihat diyarkirin ku pêşengê serhildanê Şê Seîd bi xwe derbasî serê yekineyan bûye. Tirk kurdan ji bo şerê eniyê dide zorê. Yekîneyên tirk ku çekên wan yên giran hene divê lez bikirina. (Ev nûçeya kurt di rûpela yekemîn de bi ser navê ‘Li Orîentê Têkoşîn’ cih girt. Her wiha wêneyekê Kurdistanê ku hatibû xêzkirin jî di nûçeyê hate bicihkirin û agahiya Îngîlîzan yekem çala petrolê li Misulê kolaye tê dayîn.)
LI KURDISTANÊ BERIYA BIRYARÊ (02.04.1925): Yekîneyên tirk ku li herêma kurdan faliyetên xwe dimeşîne û herêm ji serhildêran paqij kir. Hewldanên eşîrên kurd yên bi sînorê Iraqê re danîna têkiliyê jî têk çû. Di rojên pêş de şerekî bi xwîn yê ku herêma Hênê, Licê û Tshapatschur (Çepaxçu- Çewlikê)digire nav xwe li bende serhildêran bû. Ev der pêşveçûna serhildanê diyar dike.(Ev nûçe ligel ku pir kurte jî di manşeta rûpela çaremî ne.)
KURD TÊK ÇÛN (14.04.1925): Yekîneyên artêşa tirk, herêmên dawî yên ku serhildanên kurd lê pêk hatin jî bi dest xist. Di serê serhildanê de tirkên ji aliyê kurdan ve dîl hatibûn girtin jî hatin rizgarkirin. Rêberê serhildanê Şêx Seîd û hinek hevalên xwe derketin serê çiyayan. Artêşa tirk bi 41 yekîneyên xwe li pey wî ne.
Li gorî artêşa tirk serhildan qedyaye. Lê pevçûn li Mezopotamyayê didome. Di esasa xwe de têkçûna kurdan ne suprîz bû. Ji ber ku çekên giran yên artêşa tirk hebûn. Ji bo ku serdestiya Enqreyê pêk bê, dihat zanîn ku dê yekineyên tirk çiqas li Kurdistanê bimîne. ( nûçe di rupela sêyemîn de di nava nûçeyên kurt yê cîhanê de cih girt)
KARÊ LEŞKERÊN TIRK YÊN KURDISTANÊ QEDIYA (03.06.1925): Karê artêşa tirk ku pêşî li serhildana kurdan girt bi dawî bû. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwe yên taybet girtiye, ji bilî hin leşkerên li sînorê Musilê hemû yekineyên leşkeran sefera xwe temam kiriye. Li vir wezîrê karê derve yê berê yê tirk Şukru Beg ji bo ku li Cemiyeta Netewan hevdîtinê pêk bîne çû Cenevreyê. Wisa dixuyê ku heta pirsgirêka Musilê çareser nebe dê li Cenevreyê bimîne. (Nûçe ji bo nîqaşên Cenevreyê hatibû veqetandin.)
RÊBERÊ KURDAN RASTÎ CEZAYÊ DARDEKIRINÊ HAT (30.06.1925): Li Amedê Rêberê Serhildana kurdan Şêx Seîd û 26 hevalên xwe bi hinceta ku ol bi armacên siyasî bikaranîye cezayê dardekirinê danê. (di rûpela duyemîn de di nûçeyeke kurt de ev agahî hate dayîn. Manşeta rojnameyê ya wê rojê jî der barê vekişîna leşkerên Frensî ya ji herêma Rusyayê bû.)