Di rapora servîsa saloxgêrî ya Almanyayê Rêxistina Parastina Makeqanûnê ya ji aliyê Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Hans-Peter Friedrich ve hat aşkerekirin de, ji bo Kurdan û PKK’ê 30 rûpel hat veqetandin. Di raporê de hat diyarkirin ku tu delîlên piştrast dikin ku têkiliya PKK’ê bi bazirganiya madeyên hişber re heye, tune ne û PKK cote starejiyê dimeşîne. Di raporê de tê gotin ku hejmara PKK’yiyên li Almanyayê zêde bûne.
Li Almanayayê îro çav li benda rapora 2011 ya Rêxistina Parastina Makeqanûnê ya ku ji aliyê Wezîrê Navxweyî Hans-Peter Friedrich ve hat aşkerekirin bû. Piştî ku aşkere bû ku dosyayên der barê kuştina esnafên penabar ên ji aliyê NSU (Nasyonalsosyalîstên Binerd) ve, de ji aliyê endamên rêxistina saloxgêrî ve hatine tunekirin, serokê rêxistinê Heinz Fromm îstîfa kiribû û niha jî ji nû ve şekilkirina Rêxisitna Parastina Makeqanûnê di rojeva Almanyayê de ye.
Ji ber wê jî, di civîna çapemeniyê ya îro de çapemeniyê bi qasî Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Hans-Peter Friedrich, Fromm jî şopandin. Li hemberî cinayetên ji aliyê Naziyên nû ve hatin kirin, Fromm got; “Li Almanyayê ya herî zêde xeter terora Îslamî ye” û bi vê daxuyaniyê careke din balê kişandibû ser xwe. Fromm li xwe mikûr hat ku ew di kontrolkirina rastgirên tundraw de jî bi ser neketin. Fromm der barê dosyayên NSU yên hatin rûxandin de jî got; “Di vê mijarê de para min a şexsî tune ye.”
"HEJMARA PKK’YIYAN ZÊDE BÛ"
Di rapora rêxistina saloxgêrî ya 2011 de 30 rûpel ji bo Kurdan û PKK’ê hat veqetandin. Di raporê de hat diyarkirin ku hemû xebatên ku tê îdîakirin ji aliyê PKK’ê ve di sala 2011 de hatine kirin, hatine çavdêrîkirin û tê destnîşankirin ku li Almanyayê hejmara PKK’yiyan zêde bûne. Di salên 2009 û 2010 de hejmara wan 11.500 bûn, lê di sala 2011 de gihişt 13 hezarî. Di raporê de Kurd di lîsta “Rêxistinên radîkal ên biyanî yên ne xwedî motîfa îslamî” de di rêza yekemîn de cih digirin, Tirk jî bi 3150 duwemîn, Ereb bi 1150 bûn sêyemîn. Di raporê de tê gotin ku 800 hezar Kurd li Almanyayê dijîn û tesbîtên der barê PKK’ê de wiha hat rêzkirin:
"PKK’ya ku di sala 2002 de Yekitiya Ewropa (YE) ew xist nava lîsta terorê, di nava rêxistinên kurdan ên radîkal de rêxistina herî zêde xwedî endam e. PKK daxwaz dike ku li Tirkiyeyê nasnameya Kurdan were naskirin, zêdetir maf bên dayîn û otonomiya çandî bi dest bixe. Li gorî daxuyaniyên rêxistinê ên di van salên dawiyê de; PKK zêdetir dixwaze di nava sînorê dewleta heyî de yekitiya hemû Kurdan çêbike. PKK bi vî awayî du stratejiyan dimeşîne.
Li welatên rojavayê Ewropayê, dîmenek berfireh ê ku ji tundiyê dûr çêdike û weke yekane nuner û aliyê siyasî yê di çareseriya pirsgirêka Kurd de hedefên xwe mezin dike. Bi vî awayî rêxistin hewl dide ku bi kesên hilbijartî yên xwedî biryara siyasî re bikeve nava têkiliyan. Armanca wê ya ji vê yekê jî ew e ku di çarçoveya hedefên xwe de û ji vê zêdetir, xwe di nava komên Kurdan de weke yekane nunerê nîşan dide. Li aliyê din jî, yekîneyên çekdar ên gerîlayên PKK’ê li herêma sînor a Tirkiye û Bakûrê Iraqê, bi taybet HPG xebatên xwe yên terorîst dimeşîne."
PKK ÇAPEMENIYÊ BAŞ BI KAR TÎNE’
Rapora ku bi dixe ku parlementerên Partiya Çepgir tevlî çalakiya ku ji aliyê YEK-KOM (Federasyona Komeleyên Kurdên Almanyayê) ve hatin lidarxisitn bûne, her wiha îdîa dike ku, di hilbijartinên herêmî yên li Hamburg, Bremen û Berlînê berendamên eslê xwe Kurd yên nêzî rêxistinê di lîsteyên Partiya Çepgir de tevlî hilbijartinê bûne. Îstîxbarata Almanyayê di derbarê xebatên dahatûyê yên PKK’ê de jî ev pêşdîtin vegotin:
“Li Almanyayê faliyetên PKK’ê dê di astek bilind de berdewam bikin. Hem pevçûnên tund yên têne diqewmin û rewşa girtina Ocalan li Tirkiyeyê, her wiha pêşveçûnên rojane yên li welatê wan, dê di nava alîgirên PKK’ê yên li Almanyayê dijîn bi awayek lez pêş bikeve. Rêxistin bi karanîna çapemeniya xwe ya bi bandor re xwediyê wê şiyaniyê (karîn-behre) ku di heman demê de bikeve nava çalakiyê. Di dahatûyê de de jî armanca wê ya herî mezin li Almanyayê çêkera rêxistinê parastine û ji bo fînansekirina wê komkirina pereyan e.
Bi vê ve girêdayî jî, dê bixwaze çalakî û salane mîhrîcanên bi awayî kevneşopî ku tevlîbûnekî girseyî çêbibe pêk bîne. PKK dê xebatên xwe yên lobiya siyasî berfirehtir bike. Di vir de armanc ew e bide naskirin ku, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de muxatab û nûnerê siyasî ew e. Weke din jî di dahatûyê de bi taybet ciwanên alîgirê PKK’ê dê amûrên çapemeniyê bi awayek bi hêz ji bo propagandayê bikar bînin.”
ALMANYAYÊ DYA DEREWAND
Tespîtên sala borî yên Rêxistina Parastina Makezagonê ya di derbarê PKK’ê de zêde nehatin guhertin, detaya herî girîng jî derewandina îdîaya DYA ya “PKK li Ewropayê bazirganiya madeya hişberê dike” bû. Di meha sibata borî de raporê bi bîr xist ku, li Ewropayê hinek şexsên PKK’ê yên hatine îlankirin ya Zagona Diyarkirina Serkêşên Narkotîkên Biyanî ya DYA’yê got, “Tu delîlên ku girêdana rêxistina PKK’ê ya bi bazirganiya madeya hişber re piştrast dikin nehatiye dîtin.”