Li Tikriyeyê ku hebûn û ola Elewiyan tê behskirin. Li aliyeke eyaleta Hamburg a Almanyayê diyar kir ku dê bi Misilmanên Sunnî û Elewiyan re peymana dewletê îmze bikin.
Peyman di meha pêş de dê ji aliyê Parlamentoya Eyaletê bê erêkirin û di nava aliyên ku di peymanê de cih digre komek 130 hezar sunnî û 50 hezar elewî jî dê cih bigirin. Bi peymanê re dê ne tenê mizgeft dê malacemê jî bikin bin garantiya dewletê.
Li çêkirina îbadetxaneyan êdî zarokên misliman û elewî jî dê di cejnên olî de bi destûr bin. Ji bo hemû kesan li gorî nasnameya wan dê sererastkirineke baş bê kirin. Ji girtiyan bigirin heta, nexweşan û extiyaran dê sererastkirin bêkirin.
Şaredarê Hamburgê Olaf Schoz der barê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Me tişta normal kir. Bi vê peymanê qanûnên jiyana hevpar hatin sererastkirin. Hemû komên baweriyê dê bibin wek hev. Bi vê peymanê îslam li eyaleta Hamburgê ji aliyê rêveberiyê bi fermî hatiye nasandin û musluman dê ji mafê xwe fêdeyê bigirin.