Li Swêdê ku ji bakur heta başûr dirêjahiya wê 2400 kîlometre ye, 35 hezar hilbijêr ji bo di Hilbijartinên Giştî yên Parlamenteriyê de dengê xwe bikar bînin, divê di 31'ê Gulanê de saet di navbera 10:00 û 19:00 de bên Stockholmê û dengê xwe bikar bînin.,
Bi vê pêkanînê re, ku hilbijêr tenê dikarin li Stockholmê li 30 sindoqan dengê xwe bikar bîne re tê xwestin, ku bikaranîna mafê dengdanê yê 35 hear Kurd, Suryanî û Tirkiyeyiyên li vî welatî, were astengkirin.
Zêdeyî 200 Kurdistaniyên di wê baweriyê de ne ku ev pêkanîn mafê hilbijartinê ji holê radikin, ji bo navendên deng lê werin bikaranîn û rojên dengdanê werin zêdekirin, serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind dan. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bilind, temamiya daxwazan bêyî hincetekê nîşan bide, red kir.
Vê pêkanîna dewleta Tirk a ji bo ji holê rakirina mafê hilbijartinê yê Tirkiyeyî û Kurdistaniyan tê bicihanîn, di medya Swêdê de rê li ber nerazîbûnan vekir.
Di goşeya "Opinion" a Televîzyona Dewletê ya Swêdê de gotarek bi serenavê "Erdogan cihêkariyê li 35 hezar Swêdiyan dike" hat weşandin û hat destnîşankirin ku bi vê pêkanînê re tê xwestin ku pêşî li derbasbûna HDP'ê ji benda ji sedî 10'an bê girtin.
Di gotarê de hat ragihandin ku Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo Serokkomariyê hatiye hilbijartin, di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de ji bo sîstema parlamenteriyê bi temamî ji holê rabike û li şûna wê dîktatoriya xwe bicih bike, serî li her rê û rêbazê dide û hat gotin, ku yekane hêza dikare pêşî li Erdogan bigire HDP ye.
Hat diyarkirin ku ji bo pêşî li derbasbûna HDP'ê ji benda ji sedî 10'an bigire Erdogan û payebilindên partiya wî, di kesayetiya Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de li hemberî HDP'ê kampanya reşkirinê dimeşînin û ev şîrove hat kirin:
"Mirovên li bajarên dûr ên weke Malmö, Umeå, Göteborg dijîn, ji bo mafê xwe yê hilbijartinê bikar bînin divê bi hezaran kîlometreyî rê derbas bikin bên Stockholmê û saet di navbera 10:00 û 19:00 de dengê xwe bikar bînin. Ev pêkanîn bi awayekî vekirî diyar e ku ji bo pêşî li bikaranîna dengê Kurdan, Asûriyan û dijberên AKP'ê yên li Swêdê were girtin, tê bikaranîn.
Li Norwec a 7666 hilbijêr lê ne 10 rojan, li Danîmarka ya ji 31 hezar 180 hilbijêrî 24 roj û li Swêd a 34 hezar 991 hilbijêr lê heen bi tenê rojek ji bo dengdanê hatiye dayîn. Ew jî divê li Stockholmê were bikaranîn. Bi tenê armanceke vê heye; ew jî pêşîgirtina li dengên HDP'ê ye û vekirina rêya dîktatoriyê ya Tayyîp Erdogan e."
Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî û Mûrat Kûseyrî yên îmzeya wan li binê vê gotarê heye dan xuyakirin, ku welatê Swêdê yê bi dehan slan li dijî rejîma nîjadperest a Başûrê Afrîkayê mafê bikaranîna dengê reşikan parast, di pêşvebirina demokrasiya li Tirkiyeyê de jî dikare roleke girîng bilîze. Baksî û Kûseyrî ji Wezîra Demokrasiyê ya Swêdê Alcie Bah Kuhnke pirsîs ku der barê xespkirina mafê hilbijartinê yê 35 hezar Kurd, Suryanî û Tirkên li Swêdê çi difikire.