Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku dîwaran li ser sînorê Kurdistanê lê dike, bi qedexekirina çêrgeh-zozanan çavkaniya debarê diqedîne, niha jî hewl dide nexşeyeke siyasî ava bike ku bi rêya wê hîn bêhtir hêzên dewletê li herêmê bi cih bike û di hilbijartinê de bi kar bîne.
Bi plana 'Di 100 salî de 100 bajar, 1000 navçe' ku şirîkê desthilatdariyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî xist rojevê û AKP li ber ranebû, dixwaze ku hejmara bajaran ji 81'ê bike 100, hejmara navçeyan jî ji 922'an bike 1000 navçe. Navçeyên Cizîra Botan, Erdîş, Sêwereg, Gever û Mîdyad ku ji navendên girîng ên Kurdistanê ne, dixwaze bike bajar.
WAN
AKP ji sala 1999'an û vir ve li Wanê di hemû hilbijartinên dijî HDP'ê de têk çû. Di sala 2013'an de ji bo vê rewşê biguherîne Wan kir bajarê mezin, lê encam dîsa neguherî. AKP'ê bi rêzê di hilbijartinên 2014, 2015, 2018, 2019 û 2023'an de winda kir. AKP ku fêhm kir di hilbijartinan de nikare bi ser bikeve, niha jî dixwaze nexşeyê biguherîne û bi vî rengî di hilbijartinên xwecihî de bi ser bikeve. Li gorî planê wê Şaredariya Erdîşê ku nifûsa xwe 180 hezar kes e û ji sedî 60 ê hilbijêrên wê dengê xwe dide HDP'ê, bike navçe. Her wiha navçeyên Ebex û Bêgirê ku ji sedî 80 ê hilbijêran deng dide HDP'ê, bi ser Erdîşê ve girê bide û bi vî rengî potansiyela dengan a Wanê parçe bike.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî dixwaze navçeya Geverê bike bajar ku yek ji kelehên girîng ên têkoşîna siyasî ya Kurd e û hîn bêhtir hêzên leşkerî û saziyên dewletê li vê herêmê bi cih bike, bike baregeheke dewletê. Bi statuya bajêr re dixwaze Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, Fermandariya Jendermeyan a Bajêr, Walîtiyê lê bi cih bike, bi vî rengî li ser Geverê serwer bibe. Her wiha dixwaze navçeya Elbakê ya ku ji sedî 95 ê hilbijêrên wê dengê xwe didin HDP'ê bi Geverê ve girê bide. Dewlet ku wê bi plana Erdîşê re Bêgir û Ebexê ji Wanê qut bike, wê Geverê jî bike bajar û Elbakê ji Wanê qut bike.
ŞIRNEX
Yek ji navendên girîng ên Kurdan li herêmê navçeya Cizîra Botan a Şirnexê ye. Rejîma AKP-MHP'ê dixwaze Cizîra Botan jî bike bajar û veguherîne baregehek leşkerî.
SÊWEREG
Ji bo Sêweregê jî ku dixwazin wê jî bikin bajar, cerdevan Sedat Bûcak bi salan e pê ve mijûl dibe. Bi vî rengî tê xwestin ku xelat ji Sedat Bûcak û cerdevanên dewletê re bê dayin. Sêwereg ew navçe ye ku herî zêde cerdevan lê ne. Piştî ku bû bajar wê veguhere baregeheke dewletê. Her wiha tê xwestin ku pêşî li zêdebûna dengên HDP'ê jî bê girt.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî wê Mîdyadê bikin bajar. Li Mîdyadê ku di hilbijartinên herêmî de bi giranî AKP bi ser dikeve, dixwazin bi temamî bikin navenda AKP'ê.
ÇÎFTYUREK: JI BO HÎN BÊHTIR Û LEŞKERAN BI CIH BIKIN
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan bi bîr xist ku beriya niha jî gelek herêmên Kurdistanê kirin bajar û got, "Dema ku mirov binirxîne ku wê Geverê jî bikin bajar, hingî ev yek tê wê wateyê ku hîn bêhtir leşker û polîsan lê bi cih bikin. Li deverên ku HDP lê xurt e, hewl didin lawaz bikin. Em li Erdîşê ji xwe bi hêz in, li Cizîrê jî bi hêz in. Plansaziyek heye. Eger mesele razemenî be, dikarin li navçeyê jî bikin."
Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek jî pirsa "Çima niha?" kir û got, "Bi hesabên hilbijartinê û rantê dixwazin navçeyan bikin bajar. Di vir de ya diyarker fikara dewletê ya jeo stratejîk a li ser Kurdistanê ye. Planên dewletê yên neteweperestiyê ye. Di siyaseta hundir û derve de 100 sal in li dijî Kurdan tevdigerin. Di meseleya Kurd de hesabên li ser bajarkirina navçeyan wê bi kêrî çareseriyê neyê. Li navçeyên nû tenê bi fikara ewlekariyê hîn bêhtir leşker û polîs wê bêne şandin. Sedema bingehîn jî hesabên siyasî ye, hilbijartinên herêmî ye."