AKP’ê 'artêşa melayan' di nava pereyan de fetisand

AKP’ê 'artêşa melayan' di nava pereyan de fetisand

Hukûmeta AKP’ê di nava 10 salan de hejmara endamên Midûriyeta Emniyeta Giştî ya Tirk gihand 270 hezarê û ji ber “serkeftina wan” pereyê 248 hezar û 69 polîsan zêde kir û polîsan xelat kir.

Li gorî nûçeyek a rojnameya Cumhuriyetê, aşkere bû ku hukûmeta AKP’ê hema bêje polîsan weke hêzên milîsan di nava pereyan de hişt

Polîsên Tirk ên ku li hemberî hemû xwepêşandan û mitîngên demokratîk bi awayeke hovane êrîş dikin û bi dehan zarok kuştin, ji aliyê hukûmeta AKP’ê ve weke “polîsên serkeftî” hatin binavkirin û hate xelatkirin. Hukûmeta AKP’ê di nava 10 salan de hejmara endamên Midûriyeta Emniyeta Giştî ya Tirk gihand 270 hezarê û ji ber “serkeftina wan” pereyê 248 hezar û 69 polîsan zêde kir û polîsan xelat kir.

Bi kurtî kiryarên polîsên Tirk ên di navbera 2002-2011 de wiha ne:

2002

- 75 kuştinên kiryar nediyar, 40 di encama kuştinên bê daraz de, 5 kes jî di binçavan de jiyana xwe ji dest da.

- 876 kes hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin.

- 21 hezar û 612 kes hatin binçavkirin.

- 200 jê rojnamevan 1.148 kes hatin girtin.

2003;

- Di encama kuştinên kiryar nediyar de 50 kes , di encama kuştinên bê daraz de 44 kes hatin kuştin.

- 1.849 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin.

- 9 hezar û 648 kes hatin binçavkirin, 1.196 hatin girtin.

- 52 çalakî, daxuyaniyên çapemeniyê û mitîng li rastî mudaxeleya polîsan hatin.

- 46 saziyên siyasî li rastî serdegirtina polîsan hatin.

2004;

- Di encama kuştinên kiryar nediyar de 42 kes, di encama kuştinên bê daraz de 47 kes hatin kuştin.

- 843 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin, di xwepêşandanên civakî de 213 kes birîndar bûn.

- 6 hezar û 391 kes hatin binçavkirin, 774 jê hatin girtin.

- 124 daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, çalakî û mitîng li rastî mudaxeleya polîsan hatin.

2005;

- Di encama kuştinên kiryar nediyar de 213 kes, di encama kuştinên bê daraz de 24 kes jiyana xwe ji dest dan.

- 79 kes li rastî îşkence û muameleyên xirab hatin.

- 4.956 kes hatin binçavkirin 515 jê hatin girtin.

- 4 kes di binçavan de hatin kuştin.

2006

- 5.560 kes hatin binçavkirin, ji vana 1545 kes hatin girtin,

- 44 kes bûn qurbanên kuştinê bê daraz, di encama mudaxeleya dijwar a li hemberî çalakiyên civakî de 12 kes mirin, 869 kes birîndar bûn,

- Di encama karanîna çekan ji aliyê polîsan ve 32 kes mirin, 45 kes birîndar bûn.

- 708 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin.

2007

- Di kuştinên kiryar nediyar de 42 kes mirin , 29 kes encama kuştinên bê daraz hatin kuştin.

-Di binçavan de 5 mirin

- Giştî 687 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin.

- 7.197 kes hatin binçavkirin, 1440 kes hatin girtin.

2008;

- Di êrîşên kiryar nediyar de 29 kes mirin, 33 kes encama kuştinên bê daraz hatin kuştin.

- 8 kes di binçavan de hatin kuştin.

- Giştî 448 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin.

- 11.002 kes hatin binçavkirin, 2.347 kes hatin girtin.

- 64 nunertiyên partiyan, 35 avahiyên komeleyan û 4 sendîka û ode li rastî serdegirtin û êrîşan hatin

2009;

- 36 kes encama kuştinên bê daraz hatin kuştin.

- 1.835 kes Li rastî îşkence û muameleyên xirab hatin.

- 7.718 kes hatin binçavkirin, 1.923 kes hatin girtin.

2010 - 15 hezar û 976 kes hatin binçavkirin.

- 23 hezar û 573 binpêkirinên mafê mirovan. Tenê li Bakûrê Kurdistanê 3 hezar û 706 kes hatin binçavkirin, 987 kes hatin girtin, 741 îşkence û muameleyên xirab pêk hatin.

2011

- Di sala 2011 310 kes di binçavan de, 517 kes li derve, 724 kes di girtîgehan de li rastî îşkence û muameleyên xirab hatin. Di 2011 de bi giştî 3 hezar û 252 kes li rastî îşkenceyê hatin.

- 102 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li rastî gefê hatin. Di xwepêşandanên civakî 1425 kes jiyana xwe ji dest dan, di encama êrîşa polîs û hêzên taybet de 58 kes mirin.

Di sala 2011 de 12 hezar û 685 kes hatin binçavkirin, 2 hezar 922 kes hatin girtin.