AKP dê cejna BDP’ê pîroz neke!

AKP dê cejna BDP’ê pîroz neke!

Hate ragihandin ku, di programa roja duwem ya Cejna Remezanê de ku di nava partiyan de tê pîroz kirin AKP’ê cih ne da Partiya Aşitî û Demokrasiyê.

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, piştî ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan êrîşî BDP’ê kir, AKP’ê biryar da ku BDP’ê negire nava programa pîrozbahiya cejnê de. Li gorî biryarê di çarçoveya kevneşopiya pîrozbahiya cejnê ya navbera partiyan de AKP’e dê şandeyê ji BDP’ê re neşîne.

Tê diyarkirin ku, ger daxwaza heyetê ji BDP’ê bê jî, AKP dê rendewûyê nede.

AKP’ê ambargoyên heman di hilbijartinên giştî yên 12’ê Hezîranê û referandûmê de jî danîbû ser BDP’ê.