Akdenîz: Qanûna nû ya koçberiyê rêbazeke şer e

Rojnamevan Ercument Akdenîz destnîşan kir ku qanûna nû ya koçeriyê ne li gorî peymana navneteweyî ye, lê rêbazeke şer e.

Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropayê (YE) 8-9’ê Hezîranê li Luksembûrgê civîn lidar xistin û têkildarî polîtîkayên koçberan li ser du madeyên girîng li hev kirin. Li gel vê peymanê derî ji koçberên ku dixwazin biçin welatên YE’yê re bi temamî tê girtin. Di dengdana peymanê de Macaristan û Polonyayê ev yek red kir û Malta, Bûlgaristan, Slovakya û Lîtvanya jî bê biryar ma. Komara Çekê jî ragihand ku ew dixwaze xwe ji mekanîzmayê vekişîne. Peyman bi yekîtiya dengan pêk nehat, bi pejirandina 15 welatan gihişt hejmara têrker. Niha ev peymana nû ku ji aliyê piraniyan ve hat qebûlkirin, wê ji liyê Parlamentoya Ewropayê ve bê destgirtin. Piştî dengdana li vir jî tê payîn ku ji sala 2024’an û şûn de dest bi pêkanîna wê were kirin.

Wê demê ev peyman çi ye, wê çi bi xwe re bîne û Tirkiye wê ji vê peymanê çawa bi bandor bibe? Têkildarî vê yekê Rojnamevan-Nivîskar Ercument Akdenîz ji ANF’ê re axivî.

Akdenîz diyar kir ku di Çileya 2021’ê de Yekîtiya Ewropayê ji bo dest bavêje pêkanînê planeke nû ya koç û îltîcayê amade kiribû û got: “Ev planek pir alî bû û hinek sernavên vê planê hebûn. Ewlehiya sînor, paş de vegerandin, parvekirina koçberên di nava Yekîtiya Ewropayê de, li welatên mîna Tirkiye, Lîbya û Fasê têkîliyên têkildarî koçberiyê û her wiha planek pir alî bû. Ev plan di Parlamentoya Ewropayê de nehate dengdan û neket meriyetê. Ji ber welatên Balkan welatên mîna Yewnanistan, Macaristan û Polonyayê fikirîn ku wê ser wan de hilweşe ev plan red kirin û ew plan bi ti rengî nehat pêkanîn. Serokê Dewleta Fransayê Macron got, ‘madem ku em hemû planê naxin nava meriyetê, wê demê em gav bi gav formûla wê çêbikin’. Civîna ku 8-9’ê Hezîranê hatî kirin, du madeyên girîng ên vê planê avêtin dengdanê. Piraniya wan neavêtin dengdanê, lê her du madeyên wê yên gelekî girîng avêtin dengdanê. Mûxalefeta li Ewropayê û parêzvanên mafan anîn ziman ku mafên koçberan a di Peymana Cenevreyê ya 1951’an de tê binpêkirin û li dijî vê planê derdikevin. Di konseya ku wezîrên edalet û karên hundir ên Yekîtiya Ewropayê beşdar bûn de, ev biryar hate girtin. Ev gelekî girîng e, lê ji bo ku ev her du made bikevin nava meriyetê pêdivî bi dengdana Parlamentoya Ewropayê heye. Niha wê li benda wê yekê bisekinin û bi îhtîmaleke mezin wê bixin meriyetê jî, wisan dixuyê.”

POLÎTÎKAYA DEPOYA KOÇBERAN

Akdenîz destnîşan kir ku di nava Yekîtiya Ewropayê de welatên mîna Belçîka, Hollanda, Fransa, Îtalya, Elmanya û Danîmarkayê di aliyê aborî de xurt û kapîtalîst, helbet wê pere bidin û koçberan negirin û ev tişt anî ziman: “Di rêjeyek girîng koçberan jî berdin ser serê welatên ku di aliyê aborî de lewaz. Yanî ez qala welatên Balkan û Yewnanistan û giravan dikim. Yanî wê polîtîkaya ‘depoya koçberan’ li Tirkiyeyê tê pêkanîn, were domandin.

Di nava 24 welatan de dengê 15 welatan ji vê rewşê re derket. Ji ber yên li dijî derketin, mînak Macaristan, Polonya yan jî yên bê biryar man, dizaninku wê ev rewş bi serê wan de hilweşe; lê tevî vê jî madeyan dibin parlamentoyê.”

BANDORA WÊ LI TIRKIYEYÊ

Rojnamevan-nivîskar Ercument Akdenîz di dawiya axaftina xwe de, ev tişt bilêv kir: “Dibe ku mirov wisan bifikire, eger Yekîtiya Ewropayê di nava xwe de koçberan belav dike, çima pêwîstiya wê bi Tirkiyeyê hebe? Lê ne wisan e. Lîbya depoya koçberan e. Yanî hejmara mirovên ku hatine Lîbya û Fasê, ji wir reviyane, ji behrê ketine rê û gihiştine Ewropayê, li gorî sala 2021’an di 5 mehên destpêkê yên sala 2022’an de ji sedî 64 zêde bûye. Bi giştî hejmara koçberan ku ji Navîna Behra Spî hatine Ewropayê, 330 hezar kes in.

Eger pêwîstiya wan bi Tirkiye û Lîbyayê nebe û eger bikevin nava hewldanek a ‘em ê vê tenê li welatên Balkan depo bikin’, wê bi milyonan mirov herin. Lewma wê bi Tirkiye û Lîbyayê re van peymanan bidomînin. Yanî peymana nû ya YE’yê takîtîkeke nû ya mûhareba bi koçberan re ye.”