Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) ku bi propagandaya tirkbûnê dijminahiyê li hemberî kurdan dike , di nûçeya der barê çalakiya Gerîlayan a li Dersîmê de, wêneyên ku weşand xwe derewand
Gerîlayên HPG’ê li mewkiya Rojnek a ser riya Dersîm-Erzîncanê di 6’ê tîmrehê de saet di navbera 18.00- 21.00’an de nasname kontrol kir. gerîlayên ku 150 wesayît di bin kotrolê de derbas kirin, 5 TIR’ê ku li Kurdistanê bê destûr bazirganî dikir da ber agir.
Ajansa Nûçeyan a Dogan wêneyên k udi dema çalakiyê de hatibû kişandin weşand. DHA’yê wêneyên ku der barê nûçeya çalakiyê de weşandibû, xwe derewand.
Li gorî DHA’yê rêwiyekî ku di wesayîtên hatiye rawestandin de’ bi armanca ku alîkariyê bide polîsan’ çalakî bi veşarî dîmenê wê girtiye. Nêzî gerîlayên ku wesayît didan rawestandin jî; 150 bi çekê bê bandor hiştine. DHA diyar dike ku gerîlayan demekê propaganda kiriye. Li gorî DHA’yê dema ku artêşa tirk operasyona hewayî daye destpêkirin gerîlayan dev ji kontrola wesayîtan berdaye û 5 TIR daye ber agir.
Lê ya balkêş e ve ku di wêneyên hatiye weşandin de rastiyeke pir cuda dixuye. Di wêneyan de gerîlayeke di wesayîtekê de bi du kesan re dikene û bi hev re diaxivin. Di wêneyê din de jî rêwiyên ku ji wesayîtan hatin xwarê jî bi gerîlayan re bi awayekî rehet sohbetê dikin. Di wêneyê din de jî gerîlayeke jin jî nobedariyê dike.
Derewa herî mezin a di nûçeya DHA’yê de derewa ‘dema operasyonê dest pê kir gerîla ketine nava fikarê û ji herêmê dur ketine’. HPG’ê der barê çalakiya 7’ê tîrmehê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku artêşa tirk ne dema çalakiyê rojeke din serê sibê operasyon daye destpêkirin.