Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD), der barê lehiya ku li bajarê Tirkiye Samsunê pêk hat daxuyanî da û diyar kir ku di lehiyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dame. AFAD'ê anî ziman ku 21 welatî jî birîndar bûne û welatiyek winda ye.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD), der barê lehiya ku li Samsûn û navçeyê wê rabû daxuyaniyek nivîski da. AFAD'ê diyar kir ku li naçeyên Asarcik û gundên Gurgentepe, Adatepe Muratli li nava bajar ji ber barana zêde lehî rabûye. AFAD'ê da zanîn ku di lehiyê de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û welatiyek jî birîndar bûye. AFAD'ê destnîşan kir ku 21 welatî jî birînda bûne.