Aboriya Tirk difeşkile

Zêdebûna enfalsyonê ya salane ne weke hesabê hikûmetê derket; 10.85 ji 100’î zêde bû. Enflasyona dendikan jî bû 12.24. Dolar û Euro jî bi ragihandina enflasyonê rekoran li pey xwe dihêle.

Di rêveberiya AKP-MHP’ê de aboriya Tirk deverû li erdê dikeve. Hikûmeta ku dixwaze bi hilbijrtina serdegirtinê dixwaze heq ji vê derkeve di rewşeke xirab de ye.

HERÎ ZÊDE KINC-PÊLAV ZÊDE BÛNE

Zêdebûna enflasyonê ji bendewariya hikûmeta Tirk zêdetir derket. Fiyetê mezaxtîneran( TUFE) meha Nîsanê 1.87 ji 100’î zêde bû, bendewariyên guherînê ya TUFE’yê li ser banda 1.20-2’yan ma. Dihate payin ku zêdebûn 1.5 be. TUFE ya salê Nîsanê ji 10.23’yan çû 10.85’an, enflasyona dendikan ji 11.44’an çû 12.24’an. Mehana bi 10.4’an herî pir kinc û pêlav zêde bûn.

DOLAR Û EURO

Dolar û Euro bi hişkerebûna hijmarên enlasyonê zêde bû. Dolar ku bi 4.16’an dest bi rojê kirî rekora 4.23’an li pey xwe hişt. Bi bandora kêmkirina puanên S&P’yê şevê dî dolar bû 4.1880 û bi 4.1995’an giha 4.1995’an. Vê sibehê jî bi 4.16’an dest pê kiribû. Euro jî ji 5 lîreyan zêdetir bû.

Piştî zêdebûna di beşên pereyan de selika dowîzê giha 4,6632’yan. Di selika dowîzê jî giha 4,6954’an.