Ûyar: Wezareta Edaletê li girtîgehan sûc dike
Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Ûyar diyar kir ku piştî hilbijartinê zexta li girtîgehan zêde bûye û bang li hikumetê kir ku dawî li polîtîkaya tecrîdê bîne.
Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Ûyar diyar kir ku piştî hilbijartinê zexta li girtîgehan zêde bûye û bang li hikumetê kir ku dawî li polîtîkaya tecrîdê bîne.
Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Ûyar têkildarî tecrîd, êşkence û polîtîkaya tepisandinê ya li girtîgehan ji ANF'ê re axivî. Ûyar bang li gel kir ku bala xwe li ser girtîgehan be.
Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Ûyar anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û got, "Di nava 3 salên dawî de nahêlin ku malbata xwe bibîne. Em ji ber tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan bi fikar in. Em dixwazin ku demek beriya demekê karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Banga me li Wezareta Edaletê ye; dawî li tecrîdê bînin. Gelê Kurd di sala 2005'an de kampanya îmzeyan da destpêkirin û bi komkirina 6 milyon îmzeyan Abdullah Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî ragihand. Gelê Kurd dixwaze agahiyê ji îradeya xwe ya siyasî werbigire. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li hemû girtîgehên li Tirkiyeyê kir. Li gel girtiyên siyasî girtiyên nexweş jî bi rengekî giran tecrîdkirî ne. Mafê temaşekirina li televîzyonê, xwendina rojnameyan ji destê girtiyên siyasî hatine girtin. Bi taybetî di bin navê lêgerîna zirav de êşkence tê kirin. Di nameyan û hevdîtina bi malbatê re pirsgirêk hene. Polîtîkaya tepisandinê tê meşandin. Em ji vê derê hişyariyê didin îdareya girtîgehê, Wezareta Edaletê: Destê xwe ji girtiyên siyasî vekişînin. Di nava girtîgehê de girtîgehê ferz nekin."
'LI TÎPA S SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN'
Hevserokê TUHAY-DER ê Wanê Çetîn Ûyar hişyarî da Wezareta Edaletê û got, "Di demekê de ku em li hemberî tîpa F têdikoşin, niha jî tîpa S xistin rojevê. Li van girtîgehan zilm û zordarî tê kirin. Wezareta Edaletê niha li van girtîgehan sûc dike. Divê tavilê di guhertinên destûra bingehîn a nû de têkildarî girtîgehan guhertinên nû bêne kirin. Mirovên extiyar ên mîna M. Emîn Ozkan hene, yên ku dirajê xwe diêşe bi kelepçekirî diranê xwe tê kişandin. Em dixwazin ku hiqûqa normal ji bo van mirovan bê bikaranîn. Êdî zilmê li van mirovan nekin. Li girtîgehan girtiyên ku dest û milê wan nîne, h ene û di nava şert û mercên giran de têne hiştin. Nepêkane ku ev yek bê qebûlkirin. Em weke malbatên girtiyan û komele vê red dikin. Bila hevalên me yên dîlgirtî yên siyasî tavilê berdin. Divê Birêz Abdullah Ocalan karibe tavilê malbata xwe bibîne. Em dixwazin ku bersiv li pêwîstiyên hevalên li girtîgehan re bê dayin. Bila bala gelê me jî li ser sûcê li dijî mirovahiyê yê li girtîgehan be."