Şîlan Firat li Torontoyê hate bîranîn

Têkoşera tevgera azadiyê ya Kurdistanê Şîlan Firat (Muzeyyen Palabiyik) li bajarê Toronto yê Kanadayê hate bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Kurd a bajarê Torontoyê pêk hat û endamên Komîteya Jinolojiyê li Ewropayê Necîbe Qeredaxî û Sarah Marche jî tevlî bûn.

Merasîmê di şexsê Şîlan Firat de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Qisekeran bal kişandin ser ked û têkoşîna jinên şoreşger a di nava tevgera azadiyê ya Kurdistanê de û hate ragihandin ku bi têkoşîna 40 salî re guhertinên girîng li nava civakê çêbûne.

Hate destnîşankirin ku ked û têkoşîna jinan îro wergeriya ye zanebûnekê ku xwe li ser bingeha zanistî bi sîstem dike.

Qisekeran işaret bi êrîşa dagikeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê kirin û diyar kirin ku bi têkoşîneke radîkal û rêxistinbûneke di asta neteweyî û navneteweyî de faşîzma AKP-Erdogan dikare bê şikandin.
 
Piştî axaftinê dokûmantera bi navê "Sara" ya li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) hate nîşandan.

Roja 4'ê Gulanê jî wê li Navenda Civaka Kurd li ser Jinolojiyê nîqaş bi jinên Kurd bê kirin.