Şaredariyê Wanê li ser destê qeyûm îflas kir

Eşkere bû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê qeyûm de ye, ji ber ku 15 meh in deynê fîrmayekê nedaye, biryara heczê li ser avahiya şaredariyê hatiye danîn. Serlêdana şaredariyê ya ji bo rakirina heczê ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku salên dûr û dirêj e di destê qeyûm de ye û li nava deynan çikiya ye, ji ber ku nikare deynê xwe bide li pêkanînan rast tê. Li ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hecz hate danîn. Ji ber ku şaredariyê deynê zêde yê fîrmayekê nekarî bide, Dadgeha Îcrayê hecz danî ser avahiya bingehîn a şaredariyê. Hecza ku beriya 15 mehan hate danîn, dewam dike.

EGER DEYNÊ XWE NEDE WÊ AVAHIYA ŞAREDARIYÊ BÊ VALAKIRIN

Şaredariya qeyûm xwest ku hecza li ser avahiya şaredariyê bê rakirin û midûriyeta goristanan a li taxa Akkopru ya şaredariyê bê desteserkirin. Lê belê fîrma li ber vê biryarê rabû û dadgehê jî daxwaza şaredariyê red kir. Eger şaredariya qeyûm deynê xwe nede wê neçar bimîne ku avahiya şaredariyê vala bike, yan jî di berdêla deynê xwe de malekî xwe yê din pêşkêş bike û bi vî rengî ji heczê rizgar bibe. Li gorî anûnê, fîrmayên ku şaredarî deyndarê wan e dikare heczê deynin ser wesayitên kar, erazî û avahiyên şaredariyê. Rayedarên fîrmayê dikarin di her kêliyê de avahiya şaredariyê bidin ber firotinê.

JI BER KU BUDÇE QEDIYA YE, NIKARIN ÎHALEYÊ BIKIN

Şaredariya qeyûm ku bi salan e ketiye bin deynan û ji ber ku nikare deynan bide di nava çirava deynan de çikiya ye, ji ber ku budçeya xwe qediya ye, nikare îhaleyan bike. Şaredarî îhaleyan tenê bi destûra Banka Bajaran û krediya wan dikare bike. Lİ gorî agahiyan 4 milyar TL deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê heye.