Şaredarê AKP'î ji ber destavêtinê kete ber lêpirsînê
Şaredarê Guluç a Zongûldakê yê AKP'ê Gokhan Mûstafa Demîrtaş ji ber destavêtinê kete ber lêpirsînê.
Şaredarê Guluç a Zongûldakê yê AKP'ê Gokhan Mûstafa Demîrtaş ji ber destavêtinê kete ber lêpirsînê.
Li gorî nûçeya Halk TV, di dosya lêpirsînê de ya têkildarî Şaredarê AKP'yî yê Guluç a Zongûldakê Gokhan Mûstafa Demîrtaş, cih ji gotinên şaredarê AKP'î yê li dijî jinan hate dayin.
Li gorî nûçeyê Demîrtaş ê AKP'yî, di sala 2017'an de bi gotinên xwe 6 mehan zimandirêjî li jinekê dikir ku li şaredariyê dest bi kar kiribû.
Hate ragihandin ku şaredarê AKP'yî di sala 2021'ê de jî 2 mehan dest avêtiye jineke 2 mehan tevlî kar bûbû.
Demîrtaş hîn jî wezîfeya xwe dewam dike.