Şahidê komployê George Costoulas jiyana xwe ji dest da

Balyozê berê yê Yewnanistanê George Costoulas ê ku di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ber fermana "avêtina ji Balyozxaneyê" pêk neanîbû û ji wezîfeyê hatibû girtin jiyana xwe ji dest da.

George Costoulas di dema Komploya Navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê destpê kir de Balyozê Yewnanistanê yê Naîrobî yê Kenyayê bû, jiyana xwe ji dest da.

George Costoulas ê li Atînayê jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Goristana Kifisyayê hat veşartin. Malbata Costoulas, hevalên wî, Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îbrahîm Muslim, nûnerên Navenda Çanda Kurdistanê ya Atînayê û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Costoulas Balyozxaneya Yewnanistanê ya li Qahîreyê, Mîsyona Daîmî ya OSCE, Konsolosê Giştî li Antwerp û Londonê xebitî û her wiha Balyozê Yewnanistanê li Naîrobî, Havana û Abû Dabî jî kiribû. George Costoulas ku di dema komploya li dijî Abdullah Ocalan de ji aliyê Serokwezîrê Yewnanistanê yê wê demê Kostas Sîmîtîs ve ji ber fermana "Ocalan ji Balyozxaneyê derxe” pêk neanîbû ji wezîfeyê hatibû girtin, bi sûcdariya "xiyanetê" hatibû tawanbarkirin.