ÎSÎG: Meha Nîsanê 220 karker li ser kar mirin

Meclîsa Ewlekarî û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG) ragihand ku meha Nîsanê herî kêm 220 karkerî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora cînayeta kar a meha Nîsanê ku ji aliyê ÎSÎG'ê ve hate weşandin, li gel şewba Covîd-19 bi sedan karkerî jiyana xwe ji dest dan.

Rapor bi sernavê "Çerx digere, karker dimire" hate weşandin.

Di raporê de hate ragihandin ku di nava meha Nîsanê de herî kêm 220 karkerî li ser kar jiyana xwe ji dest dane.

ÎSÎG'ê kedkarên tenduristiyê yên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane, karkerên li malê û karkerên di vê demê de dixebitîn û li ser kar jiyana xwe ji dest dan, weke qurbaniyên kar nirxandin.

Li gorî raporê li Stenbolê 66 karker, li Kocaeliyê 11 karker û li Îzmîrê 10 karkerî jiyana xwe ji dest dan.