Hêzên rejîma Îranê sivîlekî Kurd birîndar kir
Hêzên rejîma Îranê gule li wesayita welatiyekî Kurd ê bi navê Kerîm Sipêhrî reşand û Sipêhrî bi giranî birîndar kir.
Hêzên rejîma Îranê gule li wesayita welatiyekî Kurd ê bi navê Kerîm Sipêhrî reşand û Sipêhrî bi giranî birîndar kir.
Duh berêvarî hêzên rejîma Îranê di navbeyna Tîkapê û Textê Silêman a Rojhilatê Kurdistanê de, li wesayita Kerîm Sipêhrî reşand û di encamê de Sipêhrî bi girandarî birîndar bû.
Sipêhrî rakirin Nexweşxaneya Tîkap û diyar bû ku rewşa Sipêhrî hê jî giran e.
