Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê banga ji bo edaletê dubare kirin
Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di 95'emîn meha çalakiya ji bo 33 kesên hatin qetilkirin de, li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê li hev kom bû, banga xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.
Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di 95'emîn meha çalakiya ji bo 33 kesên hatin qetilkirin de, li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê li hev kom bû, banga xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.
Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di 95'emîn meha çalakiya ji bo 33 kesên hatin qetilkirin de, li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê li hev kom bû. Di çalakiyê de pankarta "Di sala 8'emîn de edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" hat vekirin û dirûşmeyên "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" û "Şehîdên Pirsûsê nemir in" hatin berzkirin. Malbatên Pirsûsêm, Dayikên Şemiyê, Parlementera Partiya Çepên Kesk Çîçek Otlû û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ciwanan piştgiriya çalakiyê kirin. Di çalakiyê de li ser navê girseyê Gamze Toprakê metna daxuyaniyê xwend.
Toprakê anî ziman ku dewlet dixwaze Komkujiya Pirsûsê bide jibîrkirin, lê got ku ew ê heya dawiyê bitêkoşin û li ber xwe bidin.
Toprakê bilêv kir ku dewlet bi destgîrkirin û girtinê polîtîkaya tepisandinê bi rê ve dibe û girtina parêzera Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê Gulhan Kayayê û avêtina ser mala parêzer Sezîn Ûçarê bibîr xist. Toprakê destnîşan kir ku armanca van êrîşan ew e ku doza wan bê parastin bê hiştin û got: "Ne hevalên me yên parêzer, kujeran bidarizînin."
Toprakê di berdewama daxuyaniyê de bilêv kir ku ji bo pirsîna hesabê komkujiya Pirsûsê û hemû komkujiyên din dê lêgerîna wan a ji bo edaletê bidome.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Girseyê di dema çalakiya rûniştinê de bertek nîşanî polîsan da ku çima pêşî li ber wesayîtên di qada çalakiyê re diçin û tên nagirin.
Polîsan piştî çalakiyê êrîş bir ser girseyê, lê ji ber ku girseyê li ber xwe da polîs paş de vekişiyan. Wê kêliyê dayika Mûrat Yildizê ku di dema destgîrkirinê de hat windakirin, Hanîfe Yildizê got: "Rêzê li êşa mirovan bigirin. Ev ciwan, welatiyên vî welatî ne. Eyb e eyb."
Herî dawî jî Parlementera Partiya Çepên Kesk Çîçek Otlû axivî. Otlûyê got: "Ne zextên polîsan ne jî girtin nikarin me bidin sekinandin. Em ê hesab ji kujerên Pirsûsê bipirsin û em ê di sala wê ya 8'emîn de car din li hev bicivin."