Êrîşî baregeha DYE’yê ya li Enbarê hate kirin
Hat ragihandin ku li Iraqê êrîşî baregeha hêzên Emerîkayê ya li parêzgeha Enbarê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku li Iraqê êrîşî baregeha hêzên Emerîkayê ya li parêzgeha Enbarê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqawmey Îslamî) duh li dijî êrîşên li ser Xezayê, komên girêdayî wan êrîşî baregeha leşkerî ya Eyn Esed ya li parêzgeha Enbarê ku hêzên DYE’yê lê dimînin, kirine.
Li gorî daxuyaniyê êrîş gihiştiye armanca xwe.