‘Êrîşên faşîzan nikarin zimanê me û çanda me asimîle bikin’
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê qedexekirina konsera NÇM’ê û êrîşa li ser 4 karkerên Kurd şermezar kir û got, “Tu êrîşên faşîzan nikarin zimanê me û çanda me asîmîle bikin.”
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê qedexekirina konsera NÇM’ê û êrîşa li ser 4 karkerên Kurd şermezar kir û got, “Tu êrîşên faşîzan nikarin zimanê me û çanda me asîmîle bikin.”
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) wê bi boneya 32’yemîn salvegera damezirandina xwe li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli konserek li dar bixista lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmece ya Stenbolê bêyî ku sedemekî nîşan bide konser qedexe kir. Komîsyona me ya Ziman, Çand û Hunerê derbarê qedexekirina konsera NÇM’ê û êrişên li dijî ziman de daxuyaniyek nivîskî da.
Komîsyonê diyar kir ku qedexekirina konsera NÇM’ê û êrîşên li dijî ziman polîtîkaya desthilatê ye. Komîsyonê ragihand ku Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê konsera Navenda Çanda Mezopotomyayê qedexe kiriye û li Trabzonê jî 4 karkerên Kurd ji ber axaftina bi Kurdî rastî êrîşeke hovane hatine.
LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ DIJMINATIYEK HEYE
Komîsyonê di daxuyaniyê de ev tişt parve kir: “Li hemû cîhanê tê zanîn ku ziman rûmet û hebûna gelan e. Her wekî li Tirkiyeyê zimanê duyem yê ku herî zêde tê axaftin zimanê Kurdî ye. Ev êrîşên faşîzane nîşan dide ku li dijî zimanê Kurdî dijminahiyek heye. Li gorî rêgezên neteweyî û navneteweyî divê zimanê Kurdî bi qanûnan were parastin û di zagona bingehîn de ji Kurdî re cih were veqetandin.
ÊRÎŞ JI BER POLÎTÎKAYÊN AKP Û MHP’Ê PÊK TÊN
Em wekî Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê wan bûyerên dawî şermezar dikin. Em dizanin ku ev êrîş ji ber polîtîkayên AKP û MHP’ê pêk tên. Lê tu êrîşên faşîzan nikarin zimanê me û çanda me asîmîle bikin. Zimanê me rûmeta me ye û em ê her tim zimanê xwe biparêzin.”